Rondikên firiþtan
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe




Ahîn Zozanî

Xew bi çavê hêminiyê nabe dayê.
Îro cîhan, di gerdûnê de bêzar e
Xaka pîroz, ji dil dinale bavo.
Ji gunehkariya van gawiran dilerize


Bi germa dilê evîndarekî,
darbestên pakrewanan himbêz dike
Bi dîtina wêneyên kezebê,
dengê qîrîna gorê,
taveke tarî di sînga azman de diazirîne.
Rondikên firiþtan,
bi ser dêmên gulan de digindirin.
Tevlî çemê xwînê dibin lehiyeke bi hêz,
û kolanên welatê dilbirîn,
bi pêlên biþrîna azadiyê,
ji qirêja desthilatdaran diþon.


27.04.2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2499