Sipasname Ji Abdisemed Mehmûd (Bavê helbest)
Dîrok: ÇáÃËäíä 25 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe



Birastî mirov nizane hestê xwe diyar bike, dema ku nû ji girtîgehê derdikeve ,hemberî wê pêla pêþwazî û  xêrhatina mezin ji miletê me
Bêgûman em ne yên pêþîbûn ko dikevin zindanê, lê yekemîn car bû ko Mehrecana Helbesta kurdî tê dadekirn, ew dadekirina helbest û zimanê kurdî bû
Dadekirina helbesta kurdî ew perçak ji pirojeyên çawisandinê ye ku li ser miletê me bi tevayî tê peyrewkirin
Dadekirina mehrecana helbesta kurdî ew hewldane ko helbesta me ber bi asta helbesta Cîhanê ve diçe ew nîþane ko helbesta me di çerxa xwe ya xweza de digere û roleke baþ di civaka kurdî de dilîze


Heger hundurê gitrtîgehê teng  bû yan roj û þevên wê dirêj bûn lê bi  piþtevaniya gelê me bi silavên ku bi sedan ji me re dihatin, bi pirs û serdana mal û zarokên me  girtîgeh fireh dibû û þev û rojên wê kin û xweþ dibûn
Ez bi nave xwe û bi nave malbata xwe ,ciwantirin sipasî pêþkêþî hemû kesên ko alîkaria me kirin bi hemû þêweyên alîkatiyê bi taybetî tevgera kurdî û sipasiyek taybet ji girûpa mûhamiyan re ko li kêleka me bûn di qûnaxên dadekirinê de
Dîsan sipasî ji hemû kesên li pêþwazia me bûn û her kesên hatin serdana min û yên pîrozbahî  dan çi bi telefona yan bi Êmêla ji hundur û ji deveyî welat
Ez bawerim bi saya helbestvanên me wê mehrecana helbesta kurdî berdewam û li dar be wê pênûsa kurdê ya bi rûmet bi hemû þêweyê berhemê xwe ve bimîne simbolek ji simbolên azadiyê
Ez hêvîdarim ku di demek nêzîk de em li ser keskesora ezmanê welatê xwe Sirûda azadiyê binîvisînin
Ez ji bîrnakim ko di salvegera 13 an de piþtî sedî ya cejna rojnamegeria kurdî  ko cejna ronamegeria miletê xwe pîroz bikim

Helbestvan :  Abdisemed Mehmûd ( Bavê helbest)


Qamiþlo 25 ê Nîsanê 2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2498