Li Zagrosan
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 22 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe



Arjen Arî

Hûmayûn im seré çiyé weten e
Gerdûné seyr dikim,her der çemen e
Na mal heye ne milk ne jî saman
Ku ez bimrim per û baskê’m kefen e*

Hemedanî’yé ‘per û bask kefen’  bi zimanekî re wéjeyek jî  bi per û bi bask kir, û çû!


Ew çû, lé wî çarînin wisa ‘pirrperî’ û ‘baskfere’ li dû xwe hiþtin; îro jî hestén merivî  li ser çengén teyré helbesté siwar dikin û beré meriv didin ger û geþteke ku tehm li ser zimané merivî bimîne, meriv jé térnebe!
Wéjeya ku bi saya seré serkeþén wekî Ûryan mil dispéré hîmé hezar sal berî niha, di þert û mercén zortund û dijwar de, geh di nava sînorén mîrektiyekê de bi serberzî, geh li xewletgehén xef  û xewlecî bi  xetkéþiyeke ku îro jî dilé merivî bibijîne xwe…û  geh jî ji ax û xwîner û péaxivén xwe dûr, li biyanistanén sar bi dillerizîna zarokekî sava xwe bi piyan xist û bi berhemén ku îro her yek stûnek e, avahayî peyva kurdî ragirt, û wekî perestgehek be ew parast!
Her nivîskar ‘pastar’ekî zimané xwe ye.
Ew, vé ‘peywir’ û ‘pastariyé’  béyî ku destûré ji hinekan bixwaze; mîna leþkeré di þerekî de rahije ala aldaré li erdé ketî,  peyva ku diviyabû ala wé li bané gerdûn hatibûya daçikandin;  bi her berhema nû bilindtir dike, berztir dike.
Rûspîkerén wéjeya ku heta dûhî berhemén wé yén zimanî ji sedî heþté helbestbûn; îro li der li hundir ‘seffarén’ rûspîker én romana kurdî ne..
Di Festîvala Gelawej de piþtî ku Zahir Rojbeyanî  babeta xwe ya li ser romana kurdî li bakûr péþkeþ kir, ez rabûm û min wekî tébinî-agahiyeké ev got: Çar xelekexakén romana kurdî hene: Qafqasiya, Rojhilat, Baþûr û biyanistan…
‘Bav’é romana kurdî  kî dibe bila bibe; îro zarokén ku bi her þéweyé li ‘bavé’ xwe zéde dikin,hene.
Li vir béyî ku di babeta romané de ‘zédegaviyeké’ bikim, ez é raste rast dagerim ser navé romannûsekî nû: Mahabad Felat Arda.
Wekî nivîskarekî ne nasraw be jî, wî bi romana xwe ya yekem Zagros û Zerdeþt, ji weletekî dûrî welaté xwe, bi romana xwe pé li axa welaté  xwe kir.
Jixwe; nivîskarekî ku kurd be û welaté xwe neke welaté romana xwe, heye gelo?
Wekî kes Mahabad çendî dûrî me be jî; tiþta ku pé re jiyaye û li doré qewimiye; rûdanén di mal, malbat, civat û welét de mîna yekî ji me û di nava me de be; dibîne, dijî û péþkéþî me dike.
Heke hûn jî bixwazin derkevin réwîtiyeke  ré ji ber we windabûyî, hûn dikarin romana Zagros û Zerdeþt wekî nexþeriyeké deynin ber ber xwe û beré bidin heza di navbera du birayan: Zagros û û Zerdeþt de.
Di dawiya réwitiyé de di þiveriyeke çiyayén wî welatî an jî li newaleke kurr  hûn li mirina  birayekî bi desté birayî; Zerdeþté  bi desté Zagros hatî kuþtin rast werin, ji bîr mekin ku birakujî hé jî birakuj e li ser van erdan:
Keleþa zerdeþt hîn di dest de bû, lé beré namlûyé édî li erdé bû.Agir bi sînga wî ketibû û xwe berî nava laþé wî dabû. Ji bo nekeve, pala xwe da zinér û li nav çavén péþmerge nihérî . Péþmerge di cihé xwe de sar bibû. Hîn keleþa wî di desté wî di desté wî de û beré namlûyé li Zerdeþt bû, lé ew jî ketibû þoké, nedizanî çi bike. Zerdeþt hew li ber xwe da û li ser çokén xwe ket erdé, keleþa wî ji desté wî ket,teniþta wî hîn li zinér bû. Péþmerge mîna ku ji xeweke kûrr þiyar bûbe, hat bîra wî ku keys a Zerdeþt bû, lé wî  ew nekþtibû. Qirînek pé ket:
--Hey waaaxxx li min, min çi kir!**

*Baba Tahir,Wergera S.Kara
**Zagros û Zerdeþt, Mahabad F.Arda,Wþ. Lîs,2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2493