Ji Dr. Zerdeþt Haco: Nameyek eþkere ji ronakbîrên Kurd re...
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 19 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe



  Dr. Zerdesht Haco

Kekê birêz,
Bi destûra Te dixwazim  bi kurtî be jî ez dîtina xwe di biwara tevgera kurdî de li baþur-rojavayê Kurdisatanê  bi Te re parve bikim. Li gor çavdêriya min di van salên dawî de du diyardeyên wêranker di tevgera rizgarîxwaza kurdî de li vî parçê welatê me xwe dane pêþ.


Ya pêþî ew e, ku serdestiya zimanê erebî li zimanê me gelekî þax vedaye, êdî beþê peyvên erebî di zimanê me de dem bi dem bihtir dibe û rewþ ber bi wê yekê ve diçe, ku zimanê kurdî ewçendî hejar û belengaz dibe, heya hevwelatiyên me êdî ji Kurmancî þerim dikin û rûmeta xwe di zimanê erebî de dibînin.
 
Ku em ji niha ve li dij vê diyardeyê nexebitin û rê lê negirin, ne dûr wê zarokên me xweþiya xwe û pêþeroja xwe  di zimanê erebî de bibînin. Ku rewþeke wisa bi ser me de girt, em bê çare dibin.
Vêce ji ber ku zimanê me stûna sereke ya neteweya me ye, ew ji aliyekî ve hêza hebûna me ye û ji aliyê din ve alavê siyasî yî herî mezin e, ji bo pejirandina me weke gelekî serbixwe.
Ji ber vê yekê bi dîtina min armanca sereke, ya ku di ber de divê rewþenbîrên kurd “biha û arzan” bidin, ev e.
Ya didiwan jî ew e, ku ez di van salên dawî de çavdêriya çirokkirina doza me yî neteweyî dikim. Piraniya hêzên siyasî yî kurdî li bashur-rojavayê Kurdistanê dest bi ajotina siyaseteke ku diruþma wê bûye, em sûrî ne, kirine.
Ev siyaset bêgoman dûrî rastiya dîroka gel û welatê me ye. Ew siyaseteke ne rast e û divê ziyanên wê yî mezin werine bi nav kirin.
Gava em dibêjin em sûrî ne, em xwe bi xwe dixapênin. Li aliyekî ji me we ye, ku em bi vê yekê dikarin „dek û dolaban“ li dagîrkeran girêdin û em dixwazin bawer bikin, ku dagîrker ewçendî nezan e û ewê ji me bawer bike. Li aliyê din em giyanê çirûktiyê di nav gelê xwe de diçênin û hestên wî yî kurdistanî pûç dikin.
Rastiya heryekî me ji me ew e, ku hestên dayikên me, yên ku piraniya wan ji Kurmancî pêve nizanin, li Amedê, Qersê, Mêrdînê, Cizîra Bota, Dîlokê (Intabê), Mereþê, Dihokê, Helebçe, Silêmanî û Mehabadê ne, û ne li Horan, Besra Ash-Þam, Laziqiyê, Banyas, Riqqayê û her wekî dî ne. Piraniya dayikên me jî ev navên bajarên Sûriyayê ne bihîstine. Êdî hest û giyanê dayikên me bi Kurdistanê ve girêdayî ne û ne bi Sûriyayê ve.
Li derveyî welat û li koçberiyê jî, hevalên me xelkên Mêrdînê, Amedê, Wêranþehrê, Zaxo, Silêmaniyê, þingalê, Hewlêrê, Ûrmiya, Sine û Mehabadê ne, tu di nav me de hevalekî erebê Sûriyayê nabînî.
Vêce bo çi em sûrî ne? Çima em ji destpêkê ve di ber rastiya xwe de xebatê nakin? Çima em baweriya gelê xwe bi doza wî yî dadimend qels û çirûk dikin, li þûna ku em mirovên xwedîbawerî bi giyanê rastiya dîrokî perwerde bikin?
Dem hatiye, ku em ji Erebên sûrî re bêjin, xuþkino, birano, çawa hûn parçeyek ji neteweya ereb bin, wisa em jî parçeyek ji neteweya kurd in, çawa ji we re rewa ye, hûn di ber armancên neteweya ereb de bixebitin, wisa ji me re jî rewa ye, ku em di ber armancên neteweya xwe de bixebitin. Çawa derveyiyan welatê we tar û mar kir, heman derveyiyan welatê me jî tar û mar kir û em û we xistine nav sînorên dewleteke çêkîrî de. Êdî tenê rastiya dîrokî dikare di nav me û we de bibe xwedî biryar. Ku em û we bixwazin bi hev re di nav vî sînorê çêkirî de bijîn, divê ev yek tenê li ser bingihê dilxwaziyeke azad be. Di dewleteke weha çêkîrî de tenê li ser bingehê wekheviyê em dikarin bi hev re bijîn, wekî dî wê hastî di nav me û we de nebe.
Divê dan û standina me bi Erebên sûrî re li ser vê bingehê be. Her helwesteke din xwexapandin e, ne baweriya me pê heye û ne ya dijberên me pê heye.
Divê dest ji siyaseta keysperestiyê were berdan û siyaseteke li ser bingên rastiya dîrokî were ajotin.
 Pêþewayên vê rêya rast jî, berî her kesî rewþenbîrê kurd e. 18.04.2011

EuroKurd News - http://eurokurdnews.blogspot.com/








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2490