Bi Hêvî Me Careke Din Þivan Û Gavan Strana Derwêþê Evdî Bibêjin
Dîrok: ÇáÎãíÓ 14 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Berî dor þeþ heyvan, ji ber rewþa gelê Kurd a awarte li Binxetê, min di bin vê manþêtê de (Di 48 saliya serjmartina awarte de, Kurdên Sûriyê Ji Warên Xwe Koç Dikin), ev gotarê xwarê di medya Kurdî de belav kir. Îro, piþtî guhertinên nû ji rex dewletê ve, wek ku hun tev zanin û piþtî barana vê Nîsanê, bi hêvî me ku Feqîrî û hejarî welî bibin, miþext û koçberên metropolan li warê bav û kalên xwe vegerin.. Careke din gundên Beriya Mêrdînê ava bibin û kewên kozel li waran bixwînin.. Careke din ava çemê Xabûr û Ceqceq wek heyamê berê biherike.. Þivan û gavan strana Derwêþê Evdî Delalê Beriyê, di quntara Kewkebê Mila, Kepezê Kîka, Çiyayê kurmênc û deþta Sirûcê de bibêjin..


Qamiþlo, 15.04-‏‏2011


Di 48 saliya serjmartina awarte de,
Kurdên Sûriyê Ji Warên Xwe Koç Dikin


   Kurdên Sûriyê (Cizîr, Efrîn û Kobanî), anko Kurdên Binxetê ji warê xwe koç dikin. Belê ji warên xwe koç dibin. Ji ber xizanî, feqîrî û hejariyê direvin û derbider dibin. Nexasin di van çend salên dawî de, piþtî rûdanên 12 ê adara 2004 an û bi taybetî piþtî ku dewletê fermana 49 an, di roja 10/09/ 2008 an de derxist. Ji wê hingê ve feqîrî û hejariyê konê xwe bi firehî di ser xelkên Cizîrê re vegirtiye û bi taybetî di ser Kurdan re.. Ta radeyekê ku pêkanîna gepa nanê rojane bûye problemeke mezin ji piraniya xelkê re..

   Vêca xelkên Cizîrê ji neçarî, bajar û gundên xwe bê plan li þûn xwe dihêlin û koçber dibin.. Berê xwe didin bajar û metropolên wek Þam, Heleb, Beyrût, Emman.. Li wan bi cih dibin.. jixwe yê ku zîrek û jêhatî be, ji xwe re dibêje; ya ji texte û ya ji bexte, milk û malê xwe difroþe, xwe li mirinê diqelibîne da ku xwe bi ewrûpa ve bigihîne.. Di encam de, ji koka xwe bi dûr dikevin.. Ji jiyana xwe a xweristî vediqetin.. Ji ziman û kultura xwe a netewî qut dibin.. Sax ji warên xwe derdikevin, mirî li þûnewaran vedigerin.. Di navbera Xelîl û Celîl de jiyana xwe derbas dikin..

  Ji rexekî din ve, gundên wan yên ava li rastê dimînin.. Dibin xirbe.. Bîrên ava wan dixitimin.. Bilbil ji þûnewarên wan bar dikin, kund li wan dixwînin.. Çûkên Beytik ji wan dixeyidin.. Kewên Gozel ji þûnewarên wan bar dikin.. Û êdî nema þivan û gavan li dor gundên wan têne dîtin.. Nema kes dengê reyandin û kewtikewta segan dibihîse.. Miþk, tûpiþk û mar di nav kavlên gundên wan de henekan dikin..!

   Jixwe xezeba Xwedê a herî mezin eve, ku ji berî çend salan ve baran nebarndiye.. Çemê Xabûr miçiqîye û çemê Ceqceq çikya ye.. û di encam de zevî hiþk mane.. Her wiha hin bi hin çolistan berê xwe fireh dike..

Tu dibêjî qey dinya li serê Kurdên sûriyê xera bûye..! Qey fermana wan rabûye.. Erê ferman..!

   Û wiha kesayetiya mirovên kurd yên ku li Cizîrê, Efrînê û Kobanî mayîn û yên jê derketî tê derizandin, þikestin û guhertin.. Di vê rewþê de zane bûne nezan, nezan bûne zane.. Hest û raman tevlî hev bûye.. Bawerî birîndar e û nalenala wê ye.. Belê, Kurdên Binxetê ji warê xwe koç dikin.. Xwendevano! De were çareyekê ji vê kêþeyê re bibîne?!

Gelo em berê xwe bidin kû û kê?!

Hema heta vir bes e û ez bi xêr û hûn bi selametî.


Qamiþlo  05/10/ 2010








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2489