Tevgera kurdî çawe bêdengiya þeqama kurdî dixwînê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ÃÈÑíá 2011
Mijar: Nûçe



Diyar Ehmed

Eve nêzîkî mihekî ye pêla nerazîbûn û xwepêþandanan li sûriyê destpêkiriye, û roj bi roj bergeh û bazinê van xwepêþandanan mizin û berferehtir dibê,ta ku sînorê wê tevahiya bajar û bajarokên sûriyê vegirê.tiþta herî balkêþ û cihê tiris û pirsê bi hev re di wan rojên borî de,ew bû ku ta dema îro hinerê pêl û dengê wan nerazîbûn û xwepêþandanan di herêma kurdan de û li deverên ku kurd têde dijîn kêm û nimizbûn, û ev yeke bû cihê pirs û tirsê li cem gelê sûriyê.


lê belê,tiþta ku li ser rûyê erdê û ne xasim di bizav û çalakiyên cejna Newrozê de, û herweha di peyî re jî hatin xuyanîkirin, bû cihê dilniyazî û rehetiyê li rex tevaya gelê kurd û tevgera wî ya siyasî,û diyar kir ku tevgera siyasî ya kurdî û þeqama kurdî ne dûrî hevin ,wek hev û li gorî taybetmendiya gelê kurd di vê dema nazik û hestyar de difikirin û evê yekê zelalkir ku miletê kurd têgihiþtî û hiþyare ji guhertinên serdemê re û bi rengekê rast rêveçûna pêl û pêþketinên wê dixwînê û pêre tevlîbûnê dikê.tevî em dizanin û ev yeke ne veþartiye ku gelê kurd li rojavayê kurdistanê ji kar û xebata tevgerê neraziye û ewê yekê hiþtiye ku miletê kurd ji nav rêzên tevgerê dûr bikevê û helwêsteka nebaþ Ii ser tevgerê û kartêkirina wê di komelgeha kurdî de hilgirê.lê dîsanê ev nêzîk bûna îro di navbera helwêsta þeqama kurdî û bi taybetî nefþê xortên nêhatî de û tevgera wê ya sîyasî de,di baweriya me de wê berdewam neke eger serkirdayetiya tevgera kurdî þaþ têbigihê û ne rast wê nêzîk bûnê bixwînê û wek rijêmê bi kevê gumanan ku celda kurdî bawere bi kar û çalakiyên tevgerê û wê li dema pêþ de li benda tevgerê û bizav û biryarên wê rawestê.hingî tevger wê bimînê li paþ û celda kurdî û xortên nûhatî wê ji xwe re rêyên dîtir biqelêþin û piþta xwe bidin tevgerê û hiþemendiya wê ya ku ta dema niha li gorî sihika rijêmê û berjewendiyên wê yên taybet dijenê û pê re li rêyên çareseriyê ji pirsgirêkên gelê kurd re digerê.wî çaxî di gumana me de,wê cudahî bikevê di navbera tevgera kurdî û celda kurdî de.di vir de eger mafê gelê kurd di guhertnên bê de paþ bikevin û zelal newin dîtin,wê miletê kurd serkirdayetiya tevgera kurdî di ber wan tevil heviyan de sûncbar û gunehkar bibîne û wê ev derfeta zêrîn ji destê miletê kurd derkevê.rojên li pêþ me wê eþkerebikin ka tevgera kurdî wê bikarê barê serdemê hilgirê û di dema pêwîst de serê xwe hildê û bi vê berpirsyariya dîrokî rabê yan jê wê bimînê êsîrê parçebûn,dûrbûn,bêbawerî,hevrikî û nakokiyên xwe yên bêkêr û kawî,wê dîsanê nikaribin navmala kurdî bi rengekê rêk û pêk serastbikin û li êþ û janên gelê kurd û ji nêzîk ve daxwaz û xwestekên wî û þeqama kurdî bibihîzin û lê xwedî derkevin.hêjayî goinê ye ku miletê kurd di bin ti meric û kewdanan de razînabê û naxwazê zeviyên xwe li ber çemê xwîna û xwêdana pakrewan û xwepêþanderên gelê sûriyê avbidê,û li ser hesabê wê xwîna zelal destkeftiyan bi dest ve bînê.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2482