Destên Rezoyê Osê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 ãÇÑÓ 2011
Mijar: Nûçe




Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Em di bîra limiþt û tofanan de, wek rimên bêhûdeyiyê, wek þevçiraxên tozê yên bajarên tozperest, wek welatên ku ji xwîna me ber bi tavsorkê ve dibezin, em; neviyên nexþeyên jibîrbûyî, di bîra kevir de; navên xwe, kavilên xwe, xweþsiwarên xwe, ol û tinaziyên xwe, kêl û kelehên xwe, êþ û kemendên xwe û dest û dastanên xwe dikolin..
Em li wir bûm..


Em rengê herikîna xwîna birîna kevir bûn..
Em bi dilekî ji mirinan dihatin û dema em diçûn jiyanê; em seddil bûn..

Em li wir bûn..
di bagera xatirxwestinê de li xwelibakirina destên te digeriyam.
Bajarekî bi qasî dilê te nazik, bi qasî kenê te xweþik, li pey min di tozê de dima.
Min ji te dipirsî:De vê kurdistanê ji ser milên xwe bavêje!
De vê reþegirêdanê hînî êþan, hînî xewnan, hînî birînan û hînî kezebên þewitî yên berbangê bike!

Ji hespê peyvê peya bibe helbestvano!
Pênûsa xwe di çavên qederê de daçikîne, hawara min a ji kevir himbêz bike, darbesta min li ser milên peyvê bi dilopên baranê bipesinîne...!
Van welatan...
Wan sosretan...

Van kevokan û wan dayikên þînîhilgir li min û xwe dabeþ bike!
Dabeze siwaro û li hinarkên avdarê binêre!
Li reþegulên dilê Qamiþlokê binêre!
Û pênûsa mirinê ji destê xwe bavêje, ximava xwe di çiyayên bêrîkirina min de dawerivîne, min li pey xwe, wek ku mirin hêjayî deryaçeyên girî be, di nav pencên bêriyê de zuha bike!

Ez li wir bûm
Min gulhinarên dengê te di himbêza çîrokên dayika xwe de dilorandin
Min bajarên mirinê, wek rûpelên helbestê, yeko yeko li pey darbesta te diçirandin
Min dilê te yê nazik, biþirîna te ya ji komkujiyan, avdara te ya ji goristanên mezin, ji þehîdên mezin, ji xewnên mezin, ji xatirxwestinên mezin, ji þkestinên mezin, ji giriyên mezin û ji xwînên mezin, di ferhenga evînê de dimeyandin..
Min ji te re digot: dabeze, jiyan li me dereng bûye, çavên bendemanê bi ewran re dibezin û destên me di bagerên mirinê de pêrgî hev dibin.
De peya be siwaro!!

Ez li wir bûm
Li Dekþûriyê, þevistan radestî þopa rêberan û radestî silavên me dibû
Li Amedê birc û keleh di giriyê me de dixeniqîn
Li Hewlêrê destên me di taya xatirxwestinê de pûç dibûn
Û li Qamiþlokê, bi hezaran qublename di çavên me de diteqiyan..

London
03. 03. 2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2436