Mihmed Ebdê
Mirwan94@hotmail.comBeriya demek dirêj di dîroka kurdînî yê
Çardehê avdarê tu bi xêr hat bi wê mizgînî yê
Rojhilat li kurdistanê ji welatê behdînî yê
Di dil de hat çandin kar û xebat ji bo kurdînî yê
Dilawer û dilbawer dilovanî ergewanî hat li ser riwê jiyanê
xweda da Mistefa Barzanî hezar pîrozbe li gelê kurdistanê
Ti bû sitêrek keþ di dila de ne li ezmana
Ti bû mîrê aþtiyê bû serokê jîr û zana
Xwedanê þaþika zêrîn þev û roj ne razan û ne hedana
Bi te xemilî çiyayê kurda al di çand li ser zinara
Þevên sar û serma ti bû êzing ji pêþmerga re
Xwedanê kêþa gelê kurda navê te tim li ser zimana
Barzanî baweriya te herdem bi doza gelê te
Top û tifinga dijmin herdem li sînga te
Tirs û xap û fen ticarî nebûn karê te
Em ji bîr nakin tijarî ji kurdistanê hiskirina te
Yan kurd yan Kurdistan ev bû herdem sûnda te
Em soz didin tim bimînin li ser þop û rêç û rêbaza te
Barzanî çirûska navê te deng da ji çiya veda
Bi kar û xebatê navê te ket dilê hemî kurda
Herdem ti bû rêzan di meþî li pêþiya pêþmerga
Tim mirin ji te di tirsa ji mirinê te xwe ne di veda
Xwedanê kêþa gelê kurda mafê kurda te ne berda
Al ji Mihabatê te di anî li ser çiyayê kurdistanê te hildida
Heftê û þeþ sal te bûrandin bi dil êþ û bi dil janî
Bi ser bilind te geyan sipart xwedanê jor li banî
1` kê avdarê tu ne bi xêr hat te Barzanî bir bûhiþta banî
Roja yekê tu reþî di dîroka kurda ma tû bi xwe nezanî
Barzanî di dil de dimînê li nav xwînê Mistefa Barzanî xwediyê navek þêrînî
Ta ku kurd hebin tê li nav wan bi mînê darek bilind li kurdistanê tim tu þînî