Konferansa Li ser Olên Kurdistanê li Swêdê pêk hat
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 ÝÈÑÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



Konferans bi  xêrhatina mêvanan ji alîyê Roza Kurd endama Komîteyê ve destpê kir. Bi ser navê  Însîyatîfa Kurd li Swêdê, Azîz Aliþ him bi swêdî û him jî bi kurdî peyivî. Wî di gotara xwe de taybetî girîngîya nasnameya Neteweyîyê anî zimên û ji hemû alîyan daxwaz û hêvî kir ku, Kurd wek milletek xwedîyê kulturek dewlemende û bila ew newekhevî nimûneya civaka me ya dewlemend be, bila ew rengên me bin, lê bila evana me ji hev dûr nexe.
Piþt re dr. Celîlê Celîl ku ji Avusturyayê hatibû, wek axaftvanê mêvan gotara xwe kir…


Êdî dor hate panelîstan.. Moderator Kurdo Baksî gotina yekem da Munzur Çem û wî 30 dq li ser taybetmendîyên û wekehvîyên alewîtîyê yên bi taybetî yarsanî  û êzdîtîyê sekinî û wan wekhevîyan xal bi xal rêz kir.
Piþtre Fehmî Kakeyî him bi swêdî û him bi 2 zaravayên kurdî dûr û dirêj li ser Yarsanî(kakeyî an ehl el heq) peyivî  û bi nimûneyan wekhevîyên wê yên bi alewîtîyê anî zimên.
Endaz Hawêzî jî felsefe û dewlemendbûna Zerdeþtîyê anî zimên û got Zerdeþt yekem kese ku herkes wî, dÊ û bavê wî û malbata wî nas dikin û navê wan dizane. Ferqek mezin di nabêna zerdeþtî û her 3 olên din tuneye û wekhevîyan yek bi yek rêz kir.
Piþtî navbir/bihnvedanê, þaredarê bajarê Eskilstuna Jimmy Jansson peyivî û bextewarbûna xwe li ser mijarek wusa girîng ku li Eskilstunayê pêkhatîye anî ziman û hêvîya berdewamîya çalakîyên wusa kir.
Êdî dor hate Cengîzxan Hasso û ew jî li ser ola Êzdîtîyê peyivî. Gotina wî ya herî balkêþ ew bû ku, wî got: heta îro min digot qansî mûyekê ferqa êzdîtîyê ji yarsanî û alewîtîyê heye. Lê nuha dibînim ku ew feqa jî di navbêna wan olan de tuneye û eve jî bextewarîyeke mezin e.
Di Konferansê de Kurdistan TV, televîzyona hêrêmî, Radio Zayele û radyo Sörmland û rojnameyên herêmê amade bûn.
Li gel ku bahoz û firtoneya berfê ji bo hatina hin kesan bû asteng, lê dîsa jî beþdarîyek derûdora 100 kesî ku ji bajarên Eskilstuna, Västerås, Katrineholm, Örebro, Stockholm, Oslo hatibûn û pirsên ji alîyê 23 kesan ve Konferans bi dilê hemû beþdaran bi dawî hat.
Encama Konferansê bi swêdî ji çapemenîya swêdî re hate þandin û daxuyanîya bi kurdî jî ewê ji Raya Giþtî ya kurdî re were belav kirin.
13.02.2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2404