dixwazim ku
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 25 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



 
 Sêvîn Þêx Ebdî  
 Temen : 12 sal 

Ez naxwazim ku çavên xwe bigrim,
Ez ê li benda stêrikan bim ku wan bigrin
Ez ê li benda ewran bim ku min bibin nava ezmanan
Ez naxwazim ku rûpelên xwe belavkirî  bibînim


Ez naxwazim ku ji pelên darên payîzî yên li erdê belavkirî re bistrêm
Ez dixwazim ku rêzên jiyanê li ser rûpelên xwe rast bikim
Ez dixwazim ku li dengê guv guva lêvên buharê  guhdar bikim
Û ez ê li ser buharê binvîsînim , û li ser jiyanê bistrêm
Û ez ê bang heyv û stêrikan bikim
Û ez ê wan bi xwe re bibim gera jiyanê bi ewran re
Û ez ê wan kulîlkên çilmisî  yên bexçê dilê xwe derman bikim
 
Werger Ji Erebî : Fidel Temo






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2371