Şerrê Tirka û Rûsa. Ermenî Û Kurdan.Berî Fermana Ermniyan di 1914a de. bixuînin û bibînin.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 15 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Ezedîn Zaxuranî.

Di newroza 21.3.2010-a de min ev serpêhatiya Abdurrezaq Bedirxa Mîrê botan xwend,û min hinek jê nivîsand û min li çend cîha, hinek pirsên xwe têde ji Ermeniyan kirin an jî min şîrove kir her wekî welat parêzê hêja (Birêz Celîlê celîl) ev serpêhatî amede û wergerandî ye di weşana kovra metîn de daye xuyakirin, lê mexabin ku li ser komkujiyên kurdan,bi destên leşkeran an jî çeteyên Ermeniyan nesekinîye û nedaye Şîrovekirin ,sûretek ji vê serpêhatî ji pirtûkxana leşkerî ya Ûris hatiye deranîn.


û (Birêz Celîlê Celîl) wergerandiye bi zarê kurdî lê.belê negelek zelal bû,û serpêhatiya Ebdurrezaq Eezdîn Şêr ji gelê Kurd û Gelê Ermeniyan ra.Eşkere kirîye, û min jî hinek ji vê Serpêhatiye bi Çend perçan daye xuyakirin,û Şîrovekirin û ez bi hêvîme ku Birêz Celîlê Celîl ji vê yekê dilxweş be: da ku li herderê û her kes vê Serpêhatiyê, bixuînin û bibînin.Da ku tûcarî Şaşîtiyê wisa û bêbextiyên wisa Ermenî bi kurdan ra Çênekin,ji ber ku bêbextiyê wisa di dîrokê da nayên windakirin,û veşartin.herwiha Hacoyê mihacir Aê Hacî Ereb ji Qamişlo Gundê Hilêliyê, ku bi eslê xwe ji Wanê Bajarê Tatwanê bû, wîjî,kom kujiyên Kurdan bi destê Ermeniyan gelek caran ji min re digot.di xêzên jêrîde bibînin

Abdurrezaq Bedirxan di pêş gotina xwe de wiha dibêje,
ji roja ku min peywendiya xwe tevlî karmendên rûsa yên leşkerîyê û sivîlan de danî.tûcara min dengê xwe ji gotina eşkere nebirîye ku gava ez ji bona karê rûsyayê dixebitîm ev hemû ji bona armanca pêşveçûna miletê mine.daxwaza mine bengehî azadiya kurdistanê ye, di bin bandora rûsyayêda ji ber ku di nava wan dewletanda yên ku cînarên mene tenê rûsya ye dewleta pêşveçûyî û kultûra wê hemûya hêzatir

dikare bi dergê wêva derbazî nav me bibe,bona pêkanîna vê piroyêktê ji hertiştî pêştir,divê em nîrê turka ji ser xwe wêda bavêjin eve ew xal ku ser wî întêrêsên me û Rûsyayê dighêjin hev.--dîsa kovara Ebdurrizaq Bedirxan:

di rûpelê 8.a de wiha dibêje,di sala şerê cîhanê yê pêşî de,hin hêzên Ermeniyan yên siyasî û leşkerî. Ji bona ku otorîtê û hêza Abdurrezaq ya leşkerî zêde nebe,hemû cûreyê astenga li pêşiya wî çêdikirin û navê wî li ber rûsa xirab dikirin.

Pirsa min gelo jibo çi Ermeniyan berî fermanê neyartiya kurdan dikirin? Gelo nêta dilên wana çibû? û çi ji kurdan dixwestin ta ku ew astengî ji Abdurrezaq Bedixan re çêdikirin? digel ku sozên kurd û ermeniyan û ûrûs bi hevre Çêdibûn? lê mexabin ku niha jî hinek ji wan xwe ji kurdan dûrdikin.

Di mirina hêja Arem dîkran de çend welatparzên kurdan çend caran çûne mala Sako birayê Aremê nemir,da ku konê sersaxiyê ji kîsê xwe deynin û alîkariya wî bikin lê mexabin piştî ku ew bi hev şêwirîn Sako berqiya mezinê xwe ji helebê şanî wanda û got ez lêborînê ji we dixwazim mezinê me ev alîkariya we erê nekir, Gelo ji boçi wisa kirin?

Ezê vegerim li ser serpêhatiya Abdurrezaq begê botan,di virde tête xuyakirn ku bi gelek karan radibû,yek jê ew mirovek mêrxas bû ku ji kuştina xwe,ne di tirsiya ku dewleta tirkan wî bikujin,û ji karê xwe.î welatparêzî û dîblomasî û şoreşgêrî û aborî rewşenbîrî texepaş nekir,û tev jî bi hevre di meşandin,her wekî cihê bahweriyê bû,Abdurrezaq bedirxan ligora tevgera wî di nav gelê xwe de,û dinav dost û dijminan de bi bilindî dihate xuyakirin.

Ji lewra dewleta Osmaniyan gelekî ji tevgerra wî di nav kurdan de û di nav dewleta ûris de di tirsiyan,her wekî Abdurrezaq begê botan kelem û pîjê çavê neyaran bû,her wekî Ermenî jî ji tevgera wî di tirsiyan,û ne dixewstin ku Abdurrezaq bi pêşde here,ji ber wê yekê jî gelek cara Agirê bêbextiyê ji leşker û çeteyên Ermeniyan dihate xuyakirin,û wan kurd bi êşandinek mezin ku nedihate erêkirin bi komkujî di kuştin, de Kurd û Ermenî vê yekê di xêzên jêrînde bixuînin û bibînin.

Haco yê mihcir apê hecî ku ji welatê jor ji ber ûris û Ermeniyan reviya bû,û koçber bibû mala xwe anîbû bajarê Qamişlo li gundê hilêlîyê radwestiya,wî jî wisa digot.

Ji ber wê kuştinê jî gelek ji malmezinên kurdan ji pey Mîr Abdurrezaq vedgeriyan,û digotin Abdurrezaq Bedirxan ji mere dibêje sozên me û Ermeniyan ûris bihevre hene,û ji wan netirsin lê.belê vaye ermenî me dikujin û komkujiyan ji mere çêdikin û dest tavêjin rûmeta me,û ew dikevin riya me ku em bi pêşde neçin,

ez vê yekê dibêjim û di nivîsim di xêzên jêrîn de,da ku gelê kurd û gelê Ermenî bixuînin û bibînin,ku berî dewleta tirkan fermana Ermeniyan rakin,li wê heremê,Ermeniyan komkujiyên mezin ji kurdan re çêkirine û dest avêtine rûmeta kurdan,pêşberî vê Ûris bersivek hişk neda Ermeniyan.

Abdurezaq Bedixan di rûpelê 33 de ji serpêhatiya xwe,wiha dibêje sala 1912 Seyid Taha nebiyê Şêx Ûbêdulla ji bona em tevde karbikin hate teblîsê serdana min,û em tevde vegeriyan xoyê gava em gihiştin golfa Farisa,yekî ermenî Ajanê Turka ser wê ku em ber bi xoyê diçin xeber gihande qunsilê Turka li xoyê,

em li karwanxanê hewirîn çawa em bi cîbûn zabitek turka bi çend leşkeran ve,ji qunsilxana tirka hatin bi nermî bi mere axivîn,ku em bi

wanre herin qunsilxana turkan bihewirin,lê.belê me nerî ku em bi wan re neçin wê bi zorê me bibin,ji neçarî em bi wanre çûn,zabit gelek guhda me,û ji me pirsî hûn bi kûde diçin?

Me pîlanê xwe eşkere nekir me got em diçin Wanê piştî dû roja em şandin karîka kalê,cihê betelyona tirkan,zabitek û 15 leşker bi mere şandin li ser vê girtinê min firset dît û min şand ji Simko yê Şekî re,û ji eşîra kardara re ku têkevin pêşiya me û me azad bikin,girtina me ku me dinav kurdan re bibin,ew ne hesanî bû ji lewra wan jî qewet ji

xwere xwestibû,di vê navê de Simko yê mêrxas bi çend siwarên xwe ve li gelyê ser xêliya mêda,ew 24 saeta li pêşiya leşkerê tirka çeper girtibû ji çarî kalê heta xana sorê 15 leşkerê tirka yî dîtir li pey me dihatin,li wî gelî em ketin bin gule barana Simko û wî tirk mecbûr kirin ku werin rayê,û çekên wan ji destê wan girtin di wê navê de,hewara kardara jî gihişte me,lê.belê çaxa ku çav bi Simko ketin ji ber ku nakûkî di navbera wan de hebû ew bi paşve zîvirîn,

lê.belê me ji dil xweşî xwe ji bîrkir ku kemînek dîtir ji yên tirka li paş me hene û em ketin wê kemînê xortek ji leşkerê simko li rex min hate kuştin û me jî zabitek û leşkerek ji wan tirkan kuşt.û di wê şevê de em vegeriyan kûtûrê.

lê.belê şeva 19-a ya berbanga 20-a oktober sala 1914-a hêja bêlya-yêv ez şiyar kirim û ez agehdar kirim kû (ûris) dijî turkye şerr beyan kirine,her di wê şevê de gênêral nîkolayêv bi birîgada xwe rêket çû piştevaniya hêzên ku dora Bazîdê girtibûn bike.berya wê bi çûya ser Ebaxê û bêrge rêyê. Nîkolayêv berî rêkeve,sipartibû li ser Bêlyayêv ji minra bêjin wekî ez Ebaxê bigrim bin destê xwe,û ku Mîr Tûmanê ovacîkê jî ferman sitandiye di vê pirsêda piştvaniyê li min bike,Gêneral pêre jî sed tiving bi gula û hinek dirav weke 1000 robilya hiştibû cem wî.wekî bide min çar roja şûnda ez çûme kara-eynê,gava ji wir em tevayî diçûne kampê

li wê em pêhisiyan ku ûris Bazîd girtine bin destê xwe û ew gêneral Nîkolayêv ji min di xwest ku ez hildana Ebaxê zû bi cî bînim,di wê êvarê de ez vegeriyam kempa kara-Eynê navenda karê xwe di nav çar rojade ji kurdên Heyderanlî ji siwarên remetiyê seyid-bê çend kesên ji eşîra mila.bi manre 300 siwar civandin ,dora xwe û 28-ê oktobirê

bi riya bilindciya dêlêganê ku berfê danîbû em derbsî pişta çiyê bûn.di şevêde di sînorê tirkan de derbas bûn,û me hêrîş bir ser gundê Şêx-sicûyê ji bona ku em bighêjin Gênêral nîkolayêv,li ser riya me Gundê Sindê mabû,divêt me ew bigirta lê ew gund sed peya û 50-î siwarî di parastin,Gava em hatin Ebaxê.divêt mûqate bûyana ku 1000 siwarên Himêdiyê Hêrîşî ser me nekin,29-ê oktoberê em gihiştin çûbûk liwê,ew çar firseta ji sindê dûrbû li wî alî nizarê-avê bû

kurdên Ebaxê em weke dostên xwe Erê kirin,û mêvandariyek baş dane xuyakirin,û soz dane me heger hêzên Rûsa bighêjin û piştvaniya wan bikin,ewê pişta me bigrin dijî tirka,lê heger piştgiriya Ûris neghêje, ewana ji tirsa hêzên tirka ji alîkariya me şûnda disekinînin ji bona roja bê pirogirama me bi serî ev bû,divêt heyderanliya gundê sindê hildana,min siwarên seyid-bê kazirma hildana,min jî tevî mila piştgêriya wana bikra û him jî wanê dîtir bikra,Rojtira dinê me bi vî awayî pîlanê xwe bicî anî.

lê.belê dibin gullebarandina dijminan de, me hêrîşa xwe bir ser wana,Garnîzona sindê revî berb roavayê û me gund û cîwarê wan girte bin destê xwe,hin dokûmênt kaxezên rotayê,hinek êmê hespa û tivingê ku tirkan di cîde hiştibûn ketin destê me,çi ziyan gihiştibû leşkerê dijmin haya me jê tinebû,lê ji me dû kes birîndarbûn û 8 hesp jî hatin kuştin,min di dest xwede zabitekî xwe bi 20 siwara ve tevî dokûmêntên ku ketibketibestê me,şand cem gêneral nîkolayêv
di wê namêda wî ser encamê karê xwe agehdar kir û min ji wî hêvî kir ku çawa sozê me bi hevra heye ew bera çiqas dikare zû gula ji mere bişîne, merivên min çawa giştibên kizil-dizê,cihê ku gêneral nîkolayêv lê bû, nenihêrî li wê yekê ku ser wana nîşan-îşaretên teybetî hebûn ku ji dijmin cûda bibin bi destê zabitekî kozaka hatibûn girtin,û çekên wan ji destê wan girtibûn,dema gêneral nîko-layêv bihîstibû wan gazî cem xwe kiribû,û ferman dabû çekên wan vegerînin çar roja şûnde,mirovê min vegeriyan ûbersva gêneral bi xwere anîn,

ew di nama xweda pêşniyar dikir,Gula ji kunsûlê rûsa li makoyê bixwazim,xeyn ji wê zabitê min ji minra got wekî leşkerê Rûsa ji makoyê bi xwesta gava betelyonek tirka ji peyayê nîzamê,1000 siwarên himêdiyê bi dû topanve û dû reşaşa ve,êdî heşt firseta ji me dûrbûn.

Bi wê hêviyê ku birîgada Gênêral nîkolaêv wê bighêje me,me biryar girt em ji gund derên.ji bona ku riya me hebe em şûnde vegerin,min ferman da.sed kes ji merivên min rêçik û pêgeyên,ku diçin ber bi îranê biparêzin bi şev min ji siwarên xwe qeflek ne mezin şand wekî herin bi şev hêrîşî ser nobedarê tirka bikin.

Roja dinê peyayê tirka berbi me liviyan,dijmin hêrîş birin ser merivên min,yên ku riya me ya vegerê diparastin ji aliyê dinva leşkerê peya meşa xwe berbi me berdewam kirin,û piştî şrrê ku sê saetan dom kir.ewana êdî ew ji me sîh metrî dûrbûn û xwe li pişt lodê geya veşartin mecbûr min ferman da ku bi şûnde vekşin,pênc saeta me ber êrîşa dijmin berxwe da û biriya çiya ve ku berfê lê nixumandibû,me encex xwe gihand Gundekî ovacîkê.
Vê carê Me pênc kes kuştî dan û neh jî birîndar bûn ji hespan jî pêncî hesp hatin kuştin yan jî ji westandiê ketin 15 tiving û 30.ooo gule me wida kirin,-----hîn li ebaxê min ji ermeniyên ebnecîra re got ji ber ku hukumdar- împêretor -piştvanê me ferman daye ku ermenî û kurd bihevra aşt û barişt bijîn,ewana dikarin bêtirs karê xweyî bazirganiyê bimeşînin,bi gilîkî ewana ne ku ji merivên min zirar dîtin,lê hela gelek tişta jî ser merivên min firotin,

Gava min bihîst ku (Dirro)serokê hêza ermeniya bi 300 merivên xwe ve,hatiye kêvêî-Şamyanê min kurd dane bawerkirinê jê netirsin,çimkî weke ez bawer bûm ji ermeniyên ku tevî Rûsa diçûn bi mere,bingeha tirsê tinebû.

lê.belê gava Melle bi nan û xwê derketibû pêşiya wana, wana ew mîna berxekî serjê kiribûn pey vê yekê ewana daketibûn nav gund,bi singo-yên serê tivingên xwe, heşt kufleta û zarokan kuştibûn.Gava kurdên Ebaxê li ser vê kuştinê bihîstin, çûne ser kêvêrî-Şamyanê û hêrîş birin ser Dirro ew birîndar kirin, û ew mecbûr bû bi çeteyên xweve bi şûnde vegerin:
------------------------------ ---------------------------

Perçeyê dûyemîn jî ev e.

Perçê dûyemîn ji vê ser pêhatiyê dîsa bêbextiya Ermenîyan û sist bûna Ûris digel kurdan piştî vê ji were tê------lê.belê matmaî An Açêb maî nemînin û zû bixuînin:------Ezedîn







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2364