Hemleta zimanê kurdî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 08 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



MÎRZA RONÎ

Di serê vê nivîsa xwe de ez ewil dixwazim behsa sernivîsa xwe ji we re şîrove bikim. Xwînerên delal û kurdîhez, peyva ‘hemlet’ dema min ferhenga zimanê xwe li peyva ‘kampanya’ digeriyam rastî peyva hemlet hatim. Ango kampanya bi zimanê me dibe hemlet. Piştî ku min ev peyv li gencîneya peyvên xwe zêde kir. Ez li ser hemleta zimanê kurdî fikirîm. Ango kampanyaya zimanê kurdî.


Wekî ku tê zanîn ev nêzî mehekê ye rojeva li Tirkiyeyê li ser xweseriya demokratîk û duzimaniya tê bikaranîn û nîqaşkirine. Bi van nîqaşan re hemleta zimanê kurdî jî hêla partiya siyasî û TZPkurdî ve hat destpêkirin. BDP biryar da ku êdî di hemû xebatên xwe yên siyasî de duzimanî bi kar bîne; kurdî û tirkî. Dîsa ji hêla TZPkurdî ve hemleta daxwaznameyên ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî li dibistanan bê qebûlkirin helmetek qedirbuha daye destpêkirin. Piştî ku mijara zimanê kurdî li Tirkiyeyê û bi taybetî di nav me kurdan de bû rojev; di nav gel de zindîtiyek ji bo zimanê kurdî derket qadan. Di sêrî de li bazaran navê fêkiyan kurdî hat nivîsandin û dîsa li çend şaredariyên me; tabela bûn duzimanî û heta navê bazarên mezin jî bûn kurdî.
Ev hemleta zimanê kurdî rastî jî pêşketinek; an jî lê xwedîderketinek bi rûmet e. Lê belê heke em bibêjin tenê ji bo zimanê kurdî hemlet bes in û em xwe bi hemleta sînor bikin em ê bikevin nava şaşiyên mezin. Pêwîst e em hemleta mezin di mejiyê xwe de bidin destpêkirin û cih bikin. Ne li ser çend navên fêkî. Rast e ev gavavêtinek û lê xwedîderketinek ji bo hişmendiya zimanê kurdî ye.
Lê divê em tenê xwe li hemletan girênedin û wek nan û av zimanê xwe ji bo mejiyê xwe bi kar bînin. Heke ez xwediyê kargehê bim navê dikana xwe bikim kurdî, lê ez zimanê xwe xwedî dernekevim; ango di bikaranîna axaftin û nivîsandinê de, wê demê ez ê bikevim nava kêmasiyek mezin. Heke ez siyasetmedarekî kurd bim bibêjim gel li zimanê xwe xwedî derkevin, bixwînin û binivîsin; lê heke ez bi xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nekim; wê demê tu qedrên gotinên min jî dê nebin.
Di vir de daxwaza ku ez dixwazim bibêjim ew e ku berî her tiştî em zimanê xwe di binê hişê xwe de bi cih bikin û di hemû axaftin, xwendin, rabûn û rûniştin, sekinîn û hemû qada kesayetiya xwe bi xemla kurdî bixemilînin. Heta ku em zimanê xwe fêrî hemû civaka xwe nekin em ê nikaribin zimanê xwe azad bikin.  
Di vir de çavên polîtîkaya dewletê jî li ser van çalakiyan e. Dibêje ev e zimanê xwe li ser dikanên xwe, fêkiyên xwe û şaredariyên xwe dinivîsin. Dixwazê peyama min pêşiya zimanê kurdî vekiriye bide. Lê me dît dema partiya me yê siyasetê navê partiya aştî û demokrasiyê bi kurdî li Êlihê avahiya partiyê ve kir; rojek di ser re neçû anîn xwarê. Ev zelal dide xuyakirin ku dewlet dibêje nekin mijara siyasetê wekî dîtir hûn li ku derê bi kar bînin ne xem e. Divê ji bo van polîtîkayên siyasî em şiyar bin.
Zimanê kurdî ji bo me nasnameya xwezayî ya hebûna me û mêjiyê me ye. Heke em bibêjin em ji bo hebûn û nasnameya xwe têkoşînê didin; divê di sêrî de ala zimanê xwe, ji destê xwe dernexin û her tim bilind bikin. Hemû zîndewarên di nav xwezayê de dijîn, bi zimanê xwe têne nasîn. Heta şevreşk jî xwedî zimanê jihevfêmkirinê ne. Her qewmê li ser dinê, xwedî zimanê axaftinê yê cuda ne. Ev zimanê me kurdî jî yê neteweya me kurdan e; heke em bixwazin hebûna xwe ya neteweyî li kesayetiya xwe mîsoger bikin, dive em li zimanê xwe xwedî derkevin pê biaxivin û binivîsin.

MÊJIYÊ WAN KEDÎ KIRINE
Gelek kes dibêjin zimanê kurdî têra perwerdehî û axaftinê nake. Ji kerema xwe re bila ew kes li ferhenga kurdî ya 40–50 hezar peyv binêrin, heta zimanê zanistê, tibê jî, bi kurdî perwerdehî dikare bê kirin. Lê ev kesên li zimanê xwe xwedî dernakevin nizanin ku ew ji mêjiyê kurdî hatine şûştin û di nava çerxa zimanê serdestên xwe de hatiye hepskirin. Mêjiyê kesên xwe li zimanê xwe nakin xwedî; ji hêla pergala pişaftinê ve hatine kedîkirin û ji zimanê xwe hatine xesandin.
Perçiqandina ku ev nêzî çend sedsalan e li ser gelê kurd ji hêla serdestan ve didome; qirkirina herî mezin li ser zimanê kurdî kiriye. Ji wê çendê zimanê kurdî gelek hatiye helandin û îro encama wê pişaftinê li ser kesê ku zimanê xwe xwedî dernakevin de bûye xwepişaftin. Lê her çiqas dagirkerên kedxwar xwestibin zimanê kurdî bihilînin jî, nekarine vî zimanê dewlemend winda bikin. Bi saya serê dayikên pîroz, dengbêjên hêja û wejevanên xwedî dîwanên kurdî, dîsa çîrok, helbest û romanên bi vî zimanê ku şaristanî pê hatine avakirin heta roja me ya îroyîn hatiye û li ser piyan e zimanê çil milyon kurdî.
Di van rojên ku hemletên kurdî hatin destpêkirin de, dive em bêhtirîn li hemleta zimanê kurdî xwedî derkevin û hemû qadê xwe yê jiyanî taybetî mejiyê xwe bikin kurdî. Em hemû bibêjin komelên kurdî û malên perwerdeya zimanê kurdî. Em hemû bigirin pirtûkên kurdî û pirtûkan di weşanxaneyên kurdî de nehêlin. Em her roj rojnameya zimanê xwe Azadiya Welat bistînin û firotina wê li Tirkiyeyê bikin yekemîn. Kurtasî em di bine hişê xwe de zimanê xwe bi cih bikin, ji malan xwe em bigirin heta civaka xwe bi pergala kurdî bixemilînin. Wê demê hemletên ji bo zimanê me wê serkeftî derbas bin û çalakiyên me wê cih bigirin. Lê heke em hemû qada jiyana xwe bi kurdî ne dagirin wê jiyana me vala derbas bibe.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2356