dawîna jimarê…û hêviyên millî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 02 íäÇíÑ 2011
Mijar: Nûçe



sernivîsa DENG *

Nas dibe ku dem di pêwendiyek herdemîdaye, ji ber ku her dumekek hatî di berê de werdibe, çimkî ewa ne endazgira demê ye ya zanyariye, ema peşk û nivbir bi xwe ji çêkirinê ademîzada ne, di piraniya caran de alikariya bîrê dikin di pend û fêran de, yan jî wan nivbirên çêkirî dikin estûnên vehesiyê, yan jî dawîneya jimarê..yan jî bibin sedemek ji siknandinê li ser girêkên şasitiyê, mebest jê rasteqîniya wan û ta rast e kûrbibin, û bên çespandin, yan jî hin hêvî û armanc bên damezrandin û bên cihkirin, û ji vê derperînê de tê dîtin ku em di di estûnek nuhda ne,..salek xatirê xwe ji me dixweze, û salek bi aldaran tê tevlî çareseriyan, û li vir dawîna jimarê ji 2010 an re tê, û hêvî dicivin bi geşbûn li pêşwaziya 2011an de.


Yasber ku sala nuh di hundirê xwe de hin hêviyên filaz û baştir ji ademîzadê re hilgire, û gelên bin dest û belangaz li serenserî deverên cîhanê, û ji nav wane gelê me yê kurd û gelê filestînê  parek vehesiyê di encama xebata dirêj û dijwar de di pêkbîna Azadî û demoqratiyê de…
Ev sal maxak dibe bi hin doz û buyerên bijane di hemî astan de ( nevwelatî, herêmî, kurdistanî, hundirî..) hinek ji xwe dijber û nakokin, û hin jî tore ne, û hin jî tewakanî ne, û karîdariya wan tê di encama meşdariya dîrokî ji civaka ademîzadiyan re, û herdem mayîn ji ya çêtir ra ye, ya xizmeta kiryara pêvejokê, û guhartina serdemî dike, ewane bi rastî dîroka rateqîniye ji meşdara bilindbûna mirovatiyê de.

Li Asta navwelatî de:
Li gor pêwîstiya bestina gongira peymana nato li laşbonê û arastên nuh ya wê di derheqa rojhelata navîn de, û doseya otonomî  ya êranê ya netebatiyeke cîhanî û herêmî bijan dike, û derketina pirtûka nihikan ya serokan li braise, û  belavkirina wê li pir deveran, û belavkirina belgeyên nihikî bidehê hezaran di malpera (( wîkîlîkis )) de ya bijana pir pirs û dozên nuh dike, û beşdarî dike di belavkirina şêweyek din di hevpeyvînê û dan wistandinê di nav civaka nav welatî de,..cîhanê pir gongirên navwelatî û hevdîtin dît, ya êş û xemxerîiya cîhanê û nehametên wê hildigirtin, di hemi berge û war, û astan de,..destpêk ji doza dorberê de ta doza hilîna çekên otonomî, cengkariya birçibûnê û perîşaniyê, û yêqintiyê, û bêkariyê, û qelaçiya bencê, û hemî şêweyên alvêrên ne millî, û higavên ku hatine avêtin di ware çareseriya astenga aborî di cîhanê de, û arastî berve dozen geşpeydanê, û qelaçiya bizgînê, û rijîmên sitimkar, zordar, û berdewamî di pirojeya gorîna kîtî, berve guhrînek demoqratî ve, û koşêsên navwelatî bo çareseriya hin deverên hezonek, û rixîna aşitiyê li deverê cîhanê..hw..

Li Asta herêmî de:
Cengber, û nakokî bêtir girbûn di pir rêkok û qolan re,..ji wan qola cengbera erebî-îsraîlî , û astengiya ku çêdibe di riya geftegoyê de..ji ber hinartin û eynatbûna israîlê di avakirina bendegehan di xaka dagîker ya filestiyan de, û hilgira îsraîl ji pirsiyara dîrokî ya wê re, û ne rixîna aşitiyê di nav bera herduyan de li devera me..vê jî hîşt ku filestînî bikarin ji bo ku raya navwelatî bi ser xwe ve bînin, û venasîn bi welatê filestînê  bibe, û ev jî beyî arûza îsraîl e, û dûre doseya lubnanê tê bi hemî astengên xwe çi hundirî dibin, û çi dervayî dibin, û biryara dadgehe navwelatî ya li berbend di derheqa koştina serokê şalyara betilberê (( refîq elherîrî )), U çi yên jê bên der,..
û ya din ew nakokiya di nav bera qola ereban xwe bi xwe de ya nav zaraw bibû bi welatên qedexkar, û welatên nermokî –hewsanî, û di nav re hin toreyên din xwe berdidin nav astengan de çi( olî, ayînze, û dozên bizgînî bin) yên ku piraniya welatên deverêji nehamet dikin û zorê dikşînin, û di pêşiya wana de êraqa fidral.. û pejrandina riyên beramberê jeer ta ku ti kesttiyên bê gune tawan nebin, û nên koştin..
Û di rêçûnek din de babeta nakokiya herêmî tevlî aliya navwelatî re, ya têde di hevbendiyek sisyane,.. rijîma sûriyê, û êranê, û turkiyê dizîvirin li gor rahat û arastên wan,..li berambera  desdirêjiya rojaveyê di hermê de, wek ku nav lêkirine, û ev sisyane pevbendiyek rêzanî nuh didin karobarê devera rojhelatê, lê helwestên kiryarî ya sisiyane ji hin dozên germ yên bingehî di deverê de bervacî gotalên wan tên, û bi teybet ya girêdayî doza kurdî, wek dozek bingehî ye di radeya wan welatan de, çimkî ewan e digafin ji bo kargêra astengiya vê doze bikin, û ne çareseriya wê, û ev jî bi xwe rastyariya wan dike cihê gomaniyê, ji ber ku ev hevbendiya di şêweyek çewt de tê meydanê,..ji ber ku her rijîmekê armanc û dilxwez û veşêrên taybetî hene, û arastên xwe diber dibin nemaze di navbera êran û turkiyê ve, wateya vê hevdîtinê netê li ser estûn û  bingehên stratîcî, û ev dile ku biçeliqe û vemire li pêşiya lêmişta siyseta navwelatî de, û guhartina herdemî di kîtî yê de.

Di aliyê kurdistanî de:
Welatên ku Kurdistan û gelê kurd parvekirine ( bey êraqê ) hîn berdewamin di siyaseta nijaperestî de di derheqa doza netewî ya gelê me, û têgavên wan ya herdemî di badkarkirina gelê me de bi hemi şêweyan, ji birçîbûnê de ta wîlkirinê, tevlî piroj û zagûnên kevinperestî, û dûdana tevgera rêzanî ya vê gelî, û têxistina xebatkaran di binî zîndanan de,..ta karê koştinê,..lê ev siyaseta zordar û bizandina fîtî ji mafê wî re wek mirov berî her tiştî, tevlî rahatên zordar di derheqê wî de,..lê nikaribûn ku ji rê bi yandin, yan ji xebatê xwe jib o mafê xwe yê netewî û dade vegere ta rastiyekê biçespîne ku mileteke vîdar nabe, û doza wî ya netewî wek dozeke niştimanî û demoqrat derbasbûna wê nabe, çreseriyek demoqrat lez û bez jê re dibe, û vê jî hîşt ku rijîma turkiyê bi qliqa re daû wistand bey neveroka wê, wek revandinekê ji çareseriya demoqrat û kokane, lê tiştê ku li wir dibe hin arastin erînî ne ji ber ku rijîma turkiyê berî rijîmên din bêtir rewş naskiriye, çimkî dizane ku dozek mezin bi radeyek bilind û pêwîstî dûreyên navwelatî û niştimanî û gelêrî wistandiye, çareyên rasteqînê jêre dive.

Di aliyê hundirî de:
Tevî ku devera me dîtyariya hin kerîdarên rêzanî tûj, û tevî tengzar û givişa ku rijîm çemberkiriye, lê dike ku ti tişt tineye, û beyî ku li hundir binêre û çareseriya nehametan bike,. Lê hîn bêtir deselat û saman digan dike, û gendelî bêtir dibe di hemi dezgehên welêt de, û gelêriya niştimanî bi pêkbînên xwe di astenga birçibûnê û aloziya bêkarî de dijî, li nik qedexkara rêzanî, û bidesanîna azadiyên gişa ne, û sipandina dadayên pêlnî, û dadgehên awert, û spandina amîrên ewlekariye li histiyê xelkê, û li ser sayên welêt, û dûdana çalakvanên tevgera rêzanî û niştimanî bi hemi layînên xwe ( netewî, olî ) û pêçana devan û girtina xebatkaran, û spandina dadeyên zordar di derheqa wan de, ema gelê kurd zora li ser hîn dighîne hin zagûn û rîdaran, û biryarên nijadperestî, tevlî girtina deriyên jiyanê li pêşiya wî ta koçber û silokî bibin û birevin welatên biyanî û dûr, ta vehesiyekê bibîne yan pariyek nan bi des bîne.
Tevî hemi asteng û êşekan, hîn hêvî jiyan dibin di saya malkoka camawerê hêja tevlî hêzên niştimanî û demoqratî, û rêxistinên mafê mirovan, û komît dezgehên  şarawanî ji hêzên têdane ya hewceyî rêxistin û kirîdarek niştimanî arastbe berve hêvî û armancên xwe di riya hemi şêweyên xebata rêzanî re jib o misukerkirina guhistek  cureyî li ser riya avakirina welatê maf û zagûnê li gor pirensîpên dadene, û wekheviyê, û belavkirina azadiyên demoqrat, û berdana xudê nirîn, û helwesta rêzanî, û bicihkirina jiyanek rêzanî û demoqratî,..mafan biparêze, û erkan sipandin bike, û çareseriyên sûde biparêze ji hemi dozên  niştimanî, û doza netewî ya gelê me ya kurd çareser bibe di çarçewa yekîtiya welêt de, û di xizmeta pêşketin û pêvejoka wê da be.
Li dawiyê û bi boneya rixîna sala nuh 2011z …edîtora DENG gerimtirînê rêz û silavan ji gelê me yê kurd û civaka sûriyê re,  û ji hemî girtiyên nirînê, û helwesta rêzanî di girtîngehên welêt de pêşkêş dike, di pêşiyê wan de xebatkarên gelê me, û hevalên partiya me:( mustefa coma, mihemed sedon, sedon şêxo, mihemed seîd elomer, ebdil qadir seydo, cîhed ebdo, salêh ebdo, husên muhemed ) û herwisa birayên me: mişel timo, hesen salih, muhemed mustefa, meerof  mele ehmed, mehmod siffo, û herdu bira yên delal şêxê parêzeran (( heysem elmalêh, û parêzer mihenned elhesenî )) di gel hêviyên azadiyê ji gişan re, û jiyanek kemîranî di sibehek çêtir de, û pêşerojek filaz de,..hersal û giş bi xêr bin…

Ferhengoka gotarê:

-arûz(رغبة) –ayînze(مذهبي) –ademîzadî(البشرية) –bijand,arand(مثير) –bestin(انعقاد) –belge(وثيقة) –bizgîn(الإرهاب) –bendeke(مستوطنة) –bizandin(انتهاك) –belkî,yasber(لعلّ) -çespandin(تثبيت) –dawîne(جرد) –duhmek(لحظة- برهة) –dorber,jîngeh,heldar,cîgeh(البيئة) –danustandin, geftûgo(المفاوضات) –dûdan(ملاحقة) –endezgir(مقياس- معيار) –geşpedan(التنمية) –gotek(زعم) –gendelî(الفساد) –hinartin(إصرار) –hewsan,hînkatî(الاعتدال) –jimare(الحساب) –karîdar(تفاعل) –kîtî(كوني) –koşêş(الجهد) –nehamet(معاناة) –niştecî(مستوطن) –pevpend(ترتيب) –qelaçî(مكافحة) –qol,rêkok,tewer,xolke(المحور) –rahat(ممارسة) –rastyarî(مصداقية) –sipandin(فرض) –şalyar(وزير) –tore(شبكة) –tewakan(متكامل) –zarawa(مصطلح).

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê – hejmar (121.122)


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2351