Yabo !
Dîrok: ÇáÃËäíä 11 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: Helbest


 Besam Mistefa

" Dema bavê min nexweþ bû , li
Nexweþxana Rehmê min ev nivîsî
"

Yabo !
Li wê dê be !
Li wê quncikê ...


Rojê dused çixarî vexwe
Bila çavên me tije dû bibin
Û em yeko yeko nexweþ bikevin ..
Li me bixe eger te xwest ..
Xeberan ji me re bide ....
..............
Ji min re bibêje :
" Besam ka hiþê te ?
Wêje ti nanî nade te ..."...
Yan tiþtekî nebêje û li rojan binere
Dema ew di ber te de diçin û silav nakine te ..
Û bere dilê te yê bêzar
Bibe þahidê raperîn û þoreþan
Raperînên bayê
Þoreþên hewayê ..
Bere bibe þahidê
Bihevketina kadizan
Harîna pêlan
Kelkela xwînê ........

                   *

Yabo !
Xebera ji wêjê re bide
Ewa ku tu pir jê hez dike
Xebera ji min re bide
Ez ê ku tu pir jê hez dike
Xebera ji
               Erd     
                   Asîman
                Stêrk
                  Mirin
                     Jiyan
                       Rabirdû
                                Dema niho
                                                 Paþeroj        
                                                               Welat  
                                                           Hemû welatên                                                                             dunyayê  re bide ....         
Belkî ,
Duvre em hew di navbera roj û þevê de þaþ bibin ...
Lê !
Li wir be yabo !
Li wir be !
Li wir be !
Çavên me dê kor bibin eger
Em rojekê li wir mêze bikin û tu ne li wir be !
Ode dê mezin bibe
Dîwar wê bi salan ji hev dûr bikevin

Bêyî te
Ode dê biçûk bibe
Dîwar dê bi hevdu ve bibin
Ta ku me mîna xweliyekê bihêrin ..

Li wir be yabo !
Vaye hiþê min hate serê min û
.........................
Ez bûme wêjevan  !!!!

Li wir be yabo
Li wir be û hew ......!

*                  *                     *








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=234