gotina Hemîdê Derwêþ di rêwresma veþartina xebatkar Reþîdê Hemo de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 22 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Di 19.12.2010 an de cendekê pîlanzanê Kurd yê bi nav û deng  di rê û resmeke de li gundê Hopka yê girêdayî herêma Efrînê ye gihiþte ciûwarê xwe yê dawî, û mamoste Hemîdê Dewêþ ku ji Þamê gihiþtibû, bi þandeke mezin re ji endamên nivîsgeha rêzanî û ji hevalên endam yên rêxistina partî ji Efrîn û Heleb û Kobanê û Cizîrê û Þamê bi rahiþtina gurzên gulan beþdar bûn, herweha di vê rê û resmê de cemawerekî mezin beþdarbûn û ji nav wan hejmarek ji hevalên kevin yên ku di damezirandina partî de sala 1957 an de beþdabûn.


Û piþtî rê û resma binaxkirinê bi dawî bû konek nêzîkî gorê hate danîn, û di helkeftina vê þînê de pir gotin hetin dan, û di pêþî de pêþkêþker mamoste Hemîdê Derwêþ vexwend bo gotina xwe bide, ji ber ku ew hevalê yê koçkirî ye û ew stûna tevgera niþtimanî û netewa kurdî di Sûriyeyê de ye.
Mamoste Hemîdê Derwêþ gotinek da û têde dilxemigîniya xwe ya kûr li ser koça dawî ya mamoste Reþîdê Hemo yê ku yek ji damezerê partiya me bû û pîlanzanekî payebilind bû, û mamoste Hemîdê Derwêþ di axaftina xwe de got ku yê koçkirî  rêbazeke wî ya niþtimanî ya eþkere û dûrî qafîbêjiyê bû, û di raman û helwestên xwe de di ortê de bû, û ew hevparê me bû di danîna rêzanî ya niþtimanî de ji partiyê re.
Mamoste Hemîd dewam kir û got ku Reþîdê Hemo xebata rêzanî bi dehên salan di rewþên pir aloz û dijwar de dikir, têde belengazî û bêparî û kêmbûna derfetan lê ew li ber wan rewþan ji doza xwe bi paþde neçû, û wan dijwariyan nikarîbûn wî ji hêza wî bixin.
Herwekî mamoste Hemîd li ser hin bîranînên xwe û yê koçkirî axivî û got: Di destpêka damezirandinê de ez û Osmanê Sebrî û yê koçkirî Reþîdê Hemo li Þamê me civatek li darxist, di wir de lihevhatinek li ser tevlêbûna hevalên li Helebê hate kirin, û piþtî wê me di roja 14.06.1964 civatek di mala þewket Henan de li taxa Elklasê li Helebê li dar xist, wê hingê damezirandina partiya yekem ya rêzanî ya Kurd li Sûriyeyê hate ragihandin.
19.12.2010        Gundê Hopka






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2338