Herdû berêzan: Hesen Salih û Mustefa Cima, jibo malpera welatê me axifîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: Hevpeyvîn


Welatê me

Piştî wê kombûna kû îroj 10/12/2006  hersê partiyên komîta hemahengiyê (tensîq) di roja Cîhanî ya mafê mirovan li Qamişlo li darxistin, malpera welatê me xwe gihand herdû berêzan: Hesen Salih sekerterê partiya Yekîtî , û Mustefa Cima endamê komîta siyasî yê partiya Azdî, û ev kurte hevpeyvîn çêkir.
 li destpêkê ev pirsên xwar ji berêz Hesen salih hatin kirin


Li destpêkê em dipirsin ev kombûn jibo çibû ?-
* îroj roja Cîhanî ya mafê mirova ye , 3ê rêxistinên kurdî (şepêla pêşerojê, partiya Azadî, û partiya Yekîtî) pê rabûna , em hatin rojhilatî bajarê Qamişlo, em lê kombûn, lê mixabin, rêjîm , ewlekariya wîna , bi dara û çekê wan bi wanre , lêxistin bikaranîn, û çend hevalên me gelkî hatin êşandin wek hevalê Fuad Elîko, wek hevalê Bavê Ebas, Mihemed Emîn, Birahîm Xelo, ev hevalên han lêdana giran li wan ket, belkî devrna wan şikestibê jî, lê me hişt kû rêjîm xirabiya xwe bisekinênê, û milet tevde kombû.

- ji ber kû ev çalakiya han di dema dewamê de bû, gelekan di got kû wê hijmar hindikbê, û wilo bû, gelo ti çi dibêje ?
* raste ev kombûn hinekî piçûkbû ji ber kû di roja mafê mirova de bû, û me xwest kû çalakiya me di roja xwede bê, û me ne xwest kû bikevê di  dema êvarê de , jiber kû di dema xwepîşandana jibo şêx Meeşûq de , rijîmê zilamên xwe (herikandin), û tiştin xirab kirin , û ji ber wilo me ne xwest şev bikevê ser me, lê tevlî wilo jî ev sirinc di cihê xwedye , gereke me tiştek dî, bi rengek dî kiriba, kû bihtir xelkê karîba lê amade bibin, lê tevlî wilo jî miletê me gelek pê hesiyan û hatin, rahiştin keviran û xwestin rê bigrin, lê me got bila rijîm rû reş bê, bila miletê kurd pêşketî bê (hedarî) bê , û tim em wî sûncdar bikin ,  ji ber kû em mafê xwe di xwazin bi rengek hedarî, û aşîtî û dîmukrasî, û îro heger lêdan li me kirin ne wê wateyê ye kû emê bisekinin û emê dev jî mafê xwe berdin.

- di aliyê ragehandinê de we çi amade kirbû ? gelo pêwendî ji aliyê kenalên ismanî yan jî malperên kurdî bi were hatin kirin ?
* ta vê kêlîkê kesî pêwendî bi mere ne kiriye , em hêvîdikin çi rexê kû deng bigihiyê de, pêwendiyê bi mere bikin , jiboyî kû em karibin rehnikê bidin ser vê hovîtiya kû rêjîmê dijî me kirî.

- gelo ji bilî partiyên komîteya tensîqa 3ê qolî, partiyên dî piştgîriya we kirin di vê çalakiyê de ?
* ji bilî hersê partiyan tu kesên din ne bûn, me ji eniyê û hevbendiyê xwest, û em gelkî li benda wanjî man , lê li dawiyê jimere gotin: emê tenê rageyandinekê derxin.

- wek tê xuyanîkirin , kû berî niha, we ev karên wilo, li Şamê dikirin, gelo ji bo çi vê care we li Qamişlo çêkir ?
* birastî me xwest kû em bidin xuyanîkirin piştî xwepêşandana çûna rehmetiyê şêx Meeşûq çêbû, ji rêjîmê û hinek dî weye kû tevgera kurdî neme dikarê karên wilo li deverên kurdî çêbikê, me ji wanre da xuyanîkirin kû em karin li deverên xwe jî çêbikin, çi li kurdaxê bê , çi li kobanê bê, û çi li Qamişlo bê, û ev isbata kû miletê me bi mere ye, û li gor daxwaza wî emê karbikin.           


Û paşî ev pirs ji berêz Mustefa Cima endamê komîta siyasî yê partiya Azdî , hatin kirin:

- gelo ev kombûn ev çalakî jibo çibû ?
 Ev kombûn bi munasebeta roja mafê mirovan, kû rojek taybete bo hemû kesên li cîhanê , yên me wek kurd bi me gelek xweşe , kû em rojên wilo têxin xizmeta pirsa miletê xwe de , isal me didît wê wek çalakiyek wê hêja bê , kû li paytexta kurdistana Sûrî , li Qamişloka rengîn wê çalakiyek bê çêkirin tiştek gelekî hêjayî , jiber hemû hêzên Sûrî çi kurdî û çi Erebî îsal xwe nedan ber ti karî li Şamê , me didît bi tena xwejî em nakin , me dît vê carê em li Qamişlo bikin , jibo em miletê xwe şiyar bikin.

- Wek tê diyar kirin rekeberiya Sûrî gelkî aloze , gelo hûn di xwazin xwe gorî vê rekeberiya Sûrî bikin, yan ne ?
* çi karê îro em dikin wek partiya Azadî û komîta tensîqê dikê ji bo lebtandinê û vekirina deriyekê jibo guhertinê di Sûriyê de , û gereke bên kirin , ev welat pêwîstî kû guhertin têde çêbibe , rêjîmek di berdewamiya 40 salî de  maye hundirê xelekekê de , nikarê xwe jê xelas bike , ne di warê abûrî de û ne di warê civakî de û ne di warê siyasî de , ti guhertin ne kirine û na xwazê bike , bi zanebûn na xwazê bikê , lê guhertinê kû îro di ser rojhilata navîn de tên , di baweriya min de ew guhertin wê li vir jî cihê xwe bigre , tevî kû rêjîm di riwê wê de bi xurtî di sekinê, kelema datînê  , na xwazin bi aliyê guhertina de herin , lê ev guhertin ne tiştkî taybet bi Sûrî tenê ye , evaye ji miletan gişa re pêwîste , ji rojhilata navîn re , ji cîhanê gişî re pêwîste , mirovayetî pêşdikeve, zanebûn pêşdikeve, dadwerî pêşdikeve, çi kesê bê maf digihe mafê xwe , ez dibê ev welat jî li ber vî bayê gur nema karê bi sekinê .

- gereke ev karê wilo ev çalakî ne tenê 2partî 3ê partî tenê pê rabin, gereke bi navê tevaya partiyan hatiba kirin. gelo Hûn wek komîta tensîqê hûn xwe nabînin bihtir bi aliyê tundî û (teterufê) de diçin, û gelo têkilî û danûstandin di navbera we û partiyên dî de çêbûn jibo vê rojê yan ne ?
* belê danûstandin çêbû , bi nisbet Şamê hatibû gotin kû wê nameye n  k bê rêkirin bo mekteba UN li Şamê , bi navê tevgera kurdî û Erebî lê mixabin di herdû rojên dawîde xwe dan alî , û ev kar pêknehat , ne ji aliyê partiyên kurdî pêkhat û ne ji aliyê yên Ereb de, û ragehandina Şamê belavokeke jî derxist kû wî karî nema dikin, me dît kû em îsal vê çalakiyê di bajarê de çêkin wê baştirbê , jibo gelê me jibo şiyarbûna wî .

- gelo we texmîn nedikir kû wek xwepîşandana 5/6/2005 kû gurbibê û kuştin û girtin çêbibê ?
* na, me texmînkir kû wê ew tişt nebê , jiber kû biryar xuyayî bû ji aliyê me ve , piştre xelkê me , hevalê me dostê me , baş tevlîbûbûn , kû wê tiştek xerab jê dernekevê , û guh li me bû li ser vê tişta hanê , û wilo jî dema me ji wan xwest kû bela bibin , bela bûn, di bin kontrola me de bû , û em şiyar bûn kû em ti zerarê negihînin gelê xwe , di hudirê Qamişlo de , lê z dibêjim erkê tevgera siyasiya kurdî di karekê wilo de biryarekî bi tevahî derxin, lê mixabin xwe nadin ber , berî 2 rojan ji wanre hat gotin kû karek wilo heye , lê cardî nekirin , xwestin ya Şamê bê kirin , lê li Şamê nehat kirin , û em mecbûr man bi tenê xwe bikin.

- li gorî te diyar kir , we zanîbû kû wê gur nebê û wê êşandin çênebê , ev ne tê wê wateyê kû ew daxuyaniya kû we derxist di demek ne durist de , û ne xwepîşandan bû û ne duruşim hebûn û ne jî (lafîte) hebûn , gelo ev ne kêmasiyek bû , kû komîta tensîqê xweş dîraset kir kû piçûçik bê û beravêtî bê .
* na, ne mesela beravêtî bibe, lê ji destpêkêde me me got em gelkî mezin nakin , jibo zerar neghîne miletê me , lê başe jî kû ev partiyên kû xwe çalakvan dibînin , divê çalakiyên xwe bidin xuyanîkirin , îsal dema kû  tevgera kurdî nexwest kû li Şamê bikin , me komîta tensîq xwest kû em li bajarê Qamişlo wek ahengek siyasî avabikin , û me xwest kû fereh nebê , jibo xelkê me şiyar bibe ser mafê xwe û daxwazê , ev di bin destê me de bû , lê dema kû rêjîmê tedexul nekirba, wê gelek xweştir çêbûba , û wê selametir çêbûba , tedexula wan hişt hinek tevlîhevî çêbibê , em şiyarbûnê di nav miletê xwede dixwazin , em miletê xwe şiyar dikin ser mafê wî ser daxwazê wî, pirsa xwe baştir nasbikê, ev roj belkî li cem gelek kesî hîn windaye, hîn nizanin jibo çiye , vî welatî li ser mîsaqa mafê mirova hemsekiriye lê wilo jî dijî wê kardikê , ta roja îro vê dewletê tiştek di mafê mirova de pêk ne aniye, em wek van partiyê çalakvan , em dixazin ev çalakî bibin wek dendikek jibo darek mezin di pêşerojê de.

- dîsa li gor te diyar kir kû hijmara leşker û yên parastinê , ji hijmara kombûna we ne bihtirbû ?
* na, ne bihtirbû, gelek bûn bi rastî , lê hijmara me hindike bû ji ber kû berî deêde mudaxele kirin û nehiştin xelkê me werin, û dema kû tedexul ne kirban wê kombûn gelekî mezin biba, lê cardî piştî tedexulê û em li hev kombûn , dora hezar kesekî çêbûn, ew jî dora 200 kesî hebûn , hinek leşker bûn û hinek sivîl (medenî) bûn, lê biryara wan xuya bû kû ji destpêkêde xirabikin, lê mejî israr kir kû em çêkin, û paşî me bi navê komîta tensîqê, ji gelê xwe xwest kû bela bibin.
 
- gelo kesin ji komelên sivîl bi were amade bûn di vê çalakiyê de ?
* min hinek ji komên mafê mirovan dîtin, ez teva nasnakim, belkî hinek dî jî hatibin , me hêvîdikir kû nûnerê partiyan jî hatiban , ji ber kû karekê kurdiye , karekê jibo vî miletî ye.  

















 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=233