Pirtûka “Kurdên Almanyayê“ derket
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 08 ÏíÓãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Pirtûka lêkolînî ya bi navê “Kurdên Almanyayê“ ya sosyalpedagogê kurd Zekî Ozmen ji aliyê Weþanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye hate weþandin. Ev pirtûka lêkolînî yekem berhama bi zimanê kurdî  ya li ser kurdên li Almanyayê dijîn e. Nivîskarê pirtûkê Zekî Ozmen ku du salan ji bo amadekirina vê berhemê xebitiye, lêkolîneke berfireh li ser kurdên li Almanyayê dijîn pêk aniye.
Pirtûk bi kurdên destpêkê yên di serdema împeratoriya osmanî û farisan yên hatine Almanyayê û navê wan bûye malê dîrokê destpê dike. Dû re jî pêlên hatina Almanyayê yên kurdan yên di demên cuda de û sedemên wan bi awayekî berfireh hatiye lêkolînkirin û nivîsandin.


Di pirtûkê de komeleyên kurdan yên yekemîn li Almanyayê hatine damezirandin û rewþa giþtî ya niha ya komeleyên kurdan jî hatine rêzkirin. Hejmara kurdên Almanyayê di çarçoweya daneyên fermî û tezên li ser vê babetê û her wiha bicihbûna kurdên heman herêman yên li heman bajarên Almanyayê jî hatiye lêkolînkirin. Ji bilî rewþa xwendekarên kurd yên li zanîngehan û saziyên wan, cihekî taybet ji bo dersên fermî yên kurdî yên Almanyayê û elaqeya malbatên kurd yên ji bo vê yekê hatiye veqetandin.

Dezgehên ragihandinê yên kurdên Almanyayê û dîroka wan jî babeteke din ya pirtûkê ne. Sosyalpedagog û nivîskarê vê pirtûkê Zekî Ozmen cihekî giring daye babeta hunerê ya kurdên li vî welatî jî. Digel beþên li ser ciwan, spor, sînema û nivîskariya kurd ya li vî welatî nivîskarê pirtûkê di çarçoweya lêkolîna xwe de dide diyarkirin ku di hemdembûna muzîka kurdî de rola stranbêjên kurd yên li Almanyê dijîn û jiyane bi awayekî giþtî diyarker e. Digel beþa li ser qedexeya PKK´ê, gelek aliyên doza Mykonosê ku di nava raya giþtî ya kurd de nehatine minaqeþekirin jî bi awayekî delêlî hatiye lêkolînkirin. Di pirtûkê de digel babetên li jor û gelek babetên din, di dawiyê de awir li ser jiyana kurdan ya rojane hatiye gerandin û ji betlane, þîn û cejnên kurdên Almanyayê bigirin, heta babeta zewacê jî di pirtûkê de tê dîtin.


Zekî Ozmen kî ye?
Zekî Ozmen di sala 1979´an de li gundê Emerînê yê girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Di 11 saliya xwe de digel malbata xwe çûye Almanyayê û li wir niþtecih bûye. Wî beþa sosyalpedagojiyê ango perwerdehiya civakî bi giranî bi naveroka pisportiya li ser entegrasyonê li Zanîngeha Frankfurtê xwendiye.  Her wiha ew ji temenê xwe yê ciwantî ve wekî rojnameger jî kar dike. Ew niha digel pîþeyê xwe yê sosyalpedagojî, karê rojnamevantî û nivîskariyê jî dike.
Zekî Ozmen / Kurdên Almanyayê / Weþanên Ronahî  / 189 rûpel







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2319