Ji weþanên Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî ..
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


  Yekem Berhema Helbestvanê Kurd.. Abdulkadir Musa  (çengên Te … Ez bi fire… xistim).. derket  ..

Hozan Emîn

Di bin  navnîþan (çengên Te … Ez bi fire… xistim  ) Helbestvan Abdulkadir Musa  Berhema xwe ya yekemîn derxist Peþberî xwendevanan   û niha li Almanîya û Dubey û Herêma Kurdistana Iraqê  Tê Belav kirin .


Ev berhema ku ji navnîþana xwe diyar dibe Ku Helbestvan Ked û zehmetîya xwe ya ku di jîyanê de dîtîye ..? li Deverên Dûr ji xaka welat û di Jiyana koçberiyê de ku Pêþberî wî hatine bi  hastên Nazik û bi dîmenên pir bi êþ û Jan Helbestên xwe Nivîsandine   ..
Em wexta behsa wî bikin dive ku em Ji bîr nekin ku windabûna Hevjîna wî û Delala ber dilê wî (Gulîstan) ew Keça ku bi Hêvîya Hevgihînê   dildoz bû û di kêlîkek Kurt de weke Mûmek ê Vemirî   Ev buyer di Jiyana wî de   , Kulek din li ser kulên wî Zêde Kirn   û Muhra
xwe li Helbestê wî xistine .
Hêjayî Gotinê ye ku ev berhem Hatiye çapkirin li Herêma Kurdistan a Baþûr ya Azad (Hewlêr ) û Pirtûka (7)an e   ji weþanên Dezgeha Sema ya çand û Hunera Kurdî ye li Imarata Erebî  ( Dubey) .
Pêþ gotina berhema wî Mamoste Selîm  Biçûk Nivîsî ye ..û  gotiye    
  Ku (Abdulkadir vê êþê van têkçûnan van xewn .Hêvî û evînên Mirî di Helbestên xwe de bi gewde dike û dinehwirîne )
Pirtûk ji 68 rûpela pêk tê û di nava xwe de 13 Helbestên nûjen û berfireh  Dilorîne .
Û Berg û Derhênan ya Hunermend Reþîd Hisso ye . û Matîvên Nava pirtûkê yên Hunermenda Almanî : Bettina Peiffer .
Li çapxana Kewêl – Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye çapkirin . û li pirtûkxana giþtî ya wezareta Rewþenbîrî Hatîye spartin jemareya wê 939 .

Kurte Jiyana Helbestvan   .. Abdulkadir Musa  
 
 
Abdulkadir Musa  di sala 1969 wek nixuriyê Dayka xwe , li bajarê Amûdê ( Rojavayî Kurdistanê ) ji dayik bo ye . li wir dibistana xwe ya serkî bi dawî kiriye . û di sala 1987 dest bi xwendina Ziman û toreya Firensî li Zanîn geha Helbê Kiriye û bi dawî nekirîye .
Di navbera salên 1986-1991 ê Helbest bi zimanê Erebî Nivîsî ye û di rojnama  û Kovarên Erebî û kurdî de Belav kirîye .
Ji wê sale û þûnde bi zimanê kurdî dinivîse û werdigerîne .
Ji dawîya sala 1995 an li Almaniya Dijî bi helbest nivîs û wergerandinê re mijûl dibe .

  ji Berhema wî vê Helbestê hildibjêrim .


Tu bûka berfê

Tu,
Ewê qeresiya sortirîn dilê
di devê min re derketî, di binê piyalê de nehêle…
ewê pêþkêþî min bike,
ez bi tirs im ku lêvên te di devê xwe de ji bîr bikim…
û ji hemû rengê meyweyan
bitengijim.. !
Tu,
Ma te nedît ! Bê çawa kuçên
pêpilka ’’Turm’’ ji ber pêyên me
diþemitîn û dîlaneke mest…
Mil li hêlekê
Ser li hêlekê
Kinc li hêlekê
Laþ li hêlekê û can, du can ha.. !
Bi maçan diçûn mirinê
Yasemîn li kenaran hilor dibûn,
di koça dirêj û teng de.
Ma te nedît ! Pencên min yên nîvkuþtî,
Meyweyên kerik li ser bejna te
diwerandin, û bi tîna silavên
dildarên li paþ tixûban ew bi þaxên te ve dimiþmiþandin.
Ev Helbest bi dawî nebûye Hun dikarin di pirtûka wî bi tevayî bixwînin









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=231