JI BINXETÊ RE
Dîrok: ÇáÃÍÏ 28 äæÝãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe




Demhat Dêrikî

1.Dizanim, li wir dilê te erdek qeliþiye, nema rondik dikarin lib zêrîngenimê te li ser deþta yarê bikin destesimbil û pêþkêþî dildaran bikin!...hest ber bi Þamê ve, ber bi Libnanê ve, ber bi biyaniyê ve direvin û dilê min jî, li van kolanan strana penaberiyê ji xaka min re distrînê!


2.Strana penaberiyê li ser dika dilê xwe yê penaber ji kurdewariyê re distirînim! Ji deh yan çardeh, nema zanim çend ramanan re ku ava dilê te diçikînin, pelgên dara te diyarî bapayîzê dikin, distrînim!...û li ber gora Ehmedê Xanî, ez û zimanê xwe rondikan ber bi deþta teve dibarînin!

3.Hêj bêhna goþtên zarokan ji xaka te diforê! Hêj dengê reþpêlavên biyanan tirsa lorandina dergûþane, hêj dilopên xuhdanê li ser mêza bazirganên kedê erzane!..û jibîr neke, þevên te, kenên te, þahiyên te ji keçkanî dixin û karwanên te tev janên xwe di deryayan de dixeniqin, binxetê!

4. Erê binxetê, ji deriyayan darbest li ser milê wey li minê ber bi teve tên û karwanên ne li minê bi sirûda"xwe bigihînin felatê", ber bi "buhuþtê"ve, li ser piþta qehbîtiya felekê, dibin rêwiyên serxweþiyê." De bajo karwano de bajo", ma çi" li vir maye, binxet dibe dareke tazî!"...Binxetê li xwe dixe, cilên xwe diqetînê, dike qîrîn û nale nal, binxeta min!

 5. Waaa binxetê, kevokên te jî tevlî karwanên mirinê dibin, seyên kolanan jî,ji pêlav reþan re dikin ewte ewt û bêhna nanê tenûrê nema silava rojbaþiyê û êvarbaþiyê dide bajarên te!...li asîmanê te nema stêrik dikenin...nema dilopên baranê te di evîna xwe de hildgirin!..baxenqandin heye, bêhna mirinê ji te tê, aaax binxetê!

6. Ji asîmanê te mirin dibarê! Xaka te cilê xwe diqetînê û "zindîmiriyên"te li gemîmiriyan siwar dibin,ber bi "roja felatê ve"dibin penaber!..û nalînên te jî, di þanên canê min de bîrên kovanan dikolin!...

7. Qubilegeha dilê min, ayata ser zimanê min, dergûþa zarokatiya min binxetê!

De hembêza xwe ji min re veke, min bike tayrek û li ser gora
Cegerxwîn û Mihmed Þêxo deyne!...Tu janî, ez jî li vir janim!
Tu dayîka nalîn û kedereyî, ez jî, li vir di nava agirê biyaniyê de diþewtim!
Tu dayikî binxetê, ez jî li vir sêwîme binxetê!..







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2307