Çil rojiya mamosteyê nemir Ismaîl Umer
Dîrok: ÇáÓÈÊ 27 äæİãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



  Îro li gundê ew jê yê bi navê Qereqoyî pêkhat û gelek mêvan ji dost û xizm û hevalên partiya wî û partiyên Kurd û Ereb û Aşorî lê beşdar bûn ew çil rojî bû mîna ahingek ramyarî yan mehrecanek rewşenbîrî û siyasî û civakî ji sedema bernama wê ya zengîn dema berdewambû ji demijmêr yazdeh ta yek û nîv bihtir roja 26 . 11 . 2010 bi vî şêwyî .
1 – rawestina bê deng ser giyanê nemir Bavê Şiyar
2 – pêşwazî ji layê komîta rêveber ya çil rojiyê
3 – gotara encomena siyasî bi xwendina Mamoste Ismaîl Hemê .


4 – rêxstina dîmiqratiya Asorî bi xwendina endamê wê mamoste Gebrîyêl Moşê .
5 – gotina encomena gistî ya hevbendî bi xwendina mamoste Mehemed Ceza .
6 – mamoste Beşîr Sedî gotara ragehandina Şamê xwend
7 – Zuhêr alboş gotara dostê nemir Bavê Şiyar xwend
8 – Ciya Kawa gotara rêxistina jinan di partiya yêkîtîde xwend
9 – parêzer Mumtaz el hesen gotarek xwend
10 – sikirtêrê partiya yekitî elwehde mamoste Mihyedîn Şêxalî gotara partiyê xwend bi kurdî û dûv re bi erebî
11 – kurê dilovangir bavê şiyar yê bi navê Bengîn gotara malbatê xwend
Û carna biroskên sersaxiyê dihatin bi dawî dîlewerê zengî yê rêveberê ahingê sipasiya amadekaran kir
Xwendevanên hêja mirina kesên xwezayُî dibe cihê xemgînîyê lê ya kesên çalak û navdar dibe senbolên civakî û siyasî û rewşenbîrî mîna koçkirna mamoste Ismaîl Umer yê îro çil rojiya wîjî bû dîdargehek ramyarî ji hemû layên çandê ve dema ewqas berketî ji siyasiyan û rewşenbîran amedebûn li vê  mehrecana gelêrî dema bû ji kêlîkên ramyarî yan yên di hestên netewîde cih digrin ku mirov pir pê dilgeş dibe ji layên babet û mijarên peyda dibûn yên ku birînan derman dikin nexasim peyakirina xalên nû yê di siyaseta gelên suryê ser wekheviyê dinav miletên wêde û yên dixwazin sîtemkarî ser miletê kurd rabe û bibe xwedî maf destxistin û ser biratiya Ereb û Kurd û Aşorî di Sûryê de bi taybet ji layên hinan ji birayên me yên Ereb û îro ev dibin cihê kêfxweşiya me û dîsa ev mihrecan dibin erêkirina mafê jinê ya ku dibe xwedî bizavek û bi rola xwe radibe lê ya herî balkêş ewbû ku mamoste Dîlewerê Zengî yê navdar bi karê xwe ku bi rola xwe rabû bi taybet bi zimanê dayîkê bi rengek paqij û zelal û bi hestên netewî yên germ dema di navbera gotarande di axvî û parçek ji helbestan di xwend li ser bîranîna bavê şiyar
Lê xwezî gotara jinê bi rola xwe baştir rabûba çi xwendin û çi deng ji bûyî wan mêvanên beşdar nêrînek bilindtir dabana li ser rola jinê û esta ku ew gihayê di zanistiya xwe de û xwezya dî ewe ku wê baştirba ku gotar bi zimanê dayêkê ba ji layên kesên di partiyên kurd de yê ku gotar dixwendin .
Ev dîdargeha îro ya ku partiya yêkitî bi darxist û berya wê behîya  mamoste bavê şiyar dike nîşan ku bizava wan wê bi xwertir bibe û cihê nirxê giran buhadeye ku hevalên wî ev helkeft kirne delîve dibin xizmeta geşkirina heştên netewî ji layekî ve û vegerandina hinek ji mafên bavê şiyar ve ye yê ku dive tu car ew û yên wek wî newin jibîrkirin û dibe nîşan ku riya bavê şiyar herdem wê bimîne riya welatiyê û ya doza kurdî û biserkeftin berdewambe û ew ale bavê şiyar û navdarên kurd berya wî wê bimîne bilind ser destên nifşên nû û ew kaniya ku wan jê vedixwar wê her tim bi herike û ew ezmanê ku ew stêrik dan wê bi hezaran mîna wan bide bi dawî em hêvîne dîsa serê malbata wî û heval û dîmiqratî xwazan tevan xweşbe .

 BIRADOSTÊ MÎTANÎ

26 . 11 . 2010



  





 


 










 



















 



 

























 











 





 



















 









 

 














 




                        





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2304