Dîmenin ji dîroka gundê Tilțehîrê
Dîrok: ÇáÌăÚÉ 19 äæĘăÈŃ 2010
Mijar: Nûçe



Luqman yûsif

Ji gundên herî kevnar di herêma binxetê de ,gundê Tilțehîrê ye.
   Tilțehîr bi bîst kîlometran ji bajarê Qamițlo dûre .Ew di keve hêla rojhilatî bajêr de .
   Ew bi çarsed metrî bi ser derya dikeve .Herdû gundên bi navên Tilcîhan û qenterê ewê ji çiyayê Bagokê bi dûrdikin
   Gundên li hawîrdorî Tilțehîrê evin :


   Li bațûr gundê Beyandûr. Li rojhilat gundê Xwêtlaye.Li bakur gundê Tilcîhanê ye.Li rojava gundênTilbețkê û Dekțûrî ne .
    Du çem di axa gund re diherikin ,yek bi navê Tilțehîrê ye û yê dî bi navê xwêtla ye.
   Berî Qamițlo ava bibe Tilțehîr bi qeza Nisêbînê ve ( li Serxetê) girêdayî bû .
   Li gor hatye gotin,navê gund ji sê çavkehniyan hatiye  berbihevekirin: Tițîhir (bi zaravê koçerî devera bi xêr û bêr).Tilțehir ( bi tirkî ,girê bajêr) Tilțeîr ( bi erebî girê bi ceh ).Ji vê țîrovê tê xwyakirin ku Tițîhir ya herî nêzîke ji  rastiyê re .
   Li gor dîtin û helwesta țanda sûrî ya arțyolojîk tê diyar kirin ku temenê girê gund ji 8 hizar sal ta 12000 an deye . Ewan bi xwe jî dîtnên xwe avakirine li ser parçeyên antîke yên ku di lêkolîn û vedana gir de hatine dîtin û li gor evan dîtnan temenê gir bi vî rengî ew vedgere 5700salî B.Z û di dîrokê tê naskirin bi dema Hesûna Albakir.
ـ Di hizarê çaremîn de >>>>Dema Orok
ـ Di hizarê sêyemîn de >>>Dema Nînewa
ـ Di hizarê dwemîn de>>Dema Xabûr û Mîtan
ـ Di hizarê yekemîn de >Demên Roman,Bîzans,û paț re Ebbasî(Eyûbî)-Osmanî.
    Berya ku Elê kurê  Emer,kurê Remo ,kurê Evdê ,kurê Hacî kurê silêman   ( Ețîra Hacî silêmanan bi navê bapîrên Elê hatiye bi nav kirin) gundê Tilțehîrê ji destê Xelef axa (mezinê sinceqê di wê demê de ) li dor sala 1816an de werbigre,ev gund ji gundên herêmê yên avabû û ji her çar olan : Xiristyan,Ezîdî , Cihû û Misilman tê de hebûn.
   Pițtî hatina Elê ji bo gundê Tilțehîrê ,ewî dest danî ser axa gund bi tevahî û paț re bû peytexta ețîra Hacî silêmanan .Ev ețîra ku di dema îro de xwedanê 13 gundaye ( li Serxet û Binxetê). U bavikên ji vê ețîrê di van gundan tevan de li Haciê Silêmên digihin hev û gundên wan jî evin: Tilțehîr,Beyandûr,Dekțûrî,Tilbețk,Omerîk, Doda , Hilwa , Hasûd , Xirbedîb , țelûmî, Girdêmê Helîmê û Qesirbelek( li Serxetê).
   Li gor dîtinên dîroknasan hebûna Hacî silêmanan li Tilțihîrê gihițtiye 225salan ,ji ber ew dibînin ku her 3 bavik(nifiț) dibin sed sal û ji bavikê roja me ya îro ta bi Elê dibin 6 bavik û bi vî rengî tê xwyakirin ku ețîra Hacî Slêmanan ji ețîrên kurdayî kevnare di herêma Binxetê de ,û li gel Hacîsilêmanan di gundê Tilțehîrê de țaxin ji ețîrne dî hebûn û heya dema neha jî dimînin; mîna: Bûtika,Abasa,Seyida,Comera,û Mihaciran.
   Pițtî stêra Hecî Hemza (ji neviyên Elê) vemirî .Eliyê Evdê û herdû birayên wî Ewad û Usif û pismamê xwe Usifê Silêman û zarwên wî serkêța Tilțehîrê kirine.
   Di dema desthilata osmaniyan de di sala1909 an de dibistanek bi tirkiya kevin(eskî turkçe) hatiye afirandin û hijmarekê ji gundiyan tê de xwendine û dîplome jê wergirtine; û yek ji wan kesan Salihê Ehmed bû.
   Di dema desthilata firensî de dibistan di sala 1936 an de bi zimanê erbî di xaniyê surgent Pîto de hatiye vekirin û mamostayê pêțî lê dest bi fêrkirina zarokan kiriye navê wî Mustefa zemberekçî bû .
   Di sala 1939an de dibistana fermî hatiye avakirin (dibistana axî) .
   Di sala 1951ê de Melle Ehmedê Namî dibistaneke xwendina bi zmanê kurdî vekirye û keçeke kurd bi navê Hediye țêxo zarok tê de fêrî zmanê dayikê dikirin .Paț re di sala 1962an de, dibistana ta îro di domîne hatiye avakirin û bi sedan xwendina xwe ya serete lê bi dawî kirine .Paț re gelekan ji wan xwendina xwe berdewam kirine û gelek dîplomên bilind mîna doktora ji rexên wan ve hatine wergirtin û gelek ji wan bûne bijîjk,endeziyar, parêzer û mamoste...

 

   Li vir hêjaye gotinê ku bi dehan zarok ji gundên  derdorî Tilțehîrê dihatin dibistana gund, ji ber dibistan di wê demê de li gundên wan ne hatibûne avakirin.
   Ji bilî dibistanan hatina țêx û kesên hiț vekirî di wê demê de ji bo gundê Tilțehîrê rolek pir giring lîstine û bandorek mezin li hițê xortên gund kirine, rê ya wan ronî kirine û ew ji bilî wan cida kirine mîna: țêx Birahîmê Tinatî(Tilțehîrî) (1885-1956), Melle Ehmedê Namî(1906-1975), țêxê nemir Evdurehmanê Garisî(1869-1932)hozanê gelê kurd Cigerxwîn(1903-1984) , țêx Mihemed țefîq û ji bilî wan .
   U bi saya evan kesan xelkê gundê Tilțehîrê dane ser rêya pêțketinê û koletiya ji țêx û axayên kevinperest re li paț xwe hițtine.
   Ji ber evan sedeman rêxistinên welat parêz rêya xwe lê vekirin û cihên xwe tê de çêkirin û ber ê gelek welatparêzên wê demê kete gundê Tilțehîrê de mîna: Cemîlê Seyda ,Tewfo Axa,Celadet Bedirxan,Miqdad beg,û Qudûr- beg .....
   Tê bîranîn ku xelkê gundê Tilțehîrê di țerê Beyandûr de li dijî firensiyan  desthilandine û di wî țerî de mêrek ji ețîra Hacî silêmanan bi navê Xelîlê- Ehmê hate kuțtin û bira yê wî Evdo hate birîndarkirin û di encamê de firensa qijle li ser girê Tilțehîrê avakir.
   Di dawî de hêjaye gotinê ku di sala 1937an de țandek ji ețîra Hacîsilêmanan bi serokatiya Eliyê Evdê li ser daxwaza Haco li bin konê Eliyê Isa li gundê Bezûna civînek li darxistine ji bo xwestina mafên kurdan ji firensiyan,û li ser ețîra Hacîsilêmaniyan û li gor kesên zana di vî warî de mîna rehmetiyê Eliyê Bozo dibêjin ku ew țaxek ,yanjî bavikekin ji Harûnan,ew ji hêtmê ne û di rehên xwe de dighine Bedirxaniyan . 

L.yusif@hotmail.com

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîțan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2299