Belê Rast e, Elîyê Bozo Pirtûkxaneyek Bû!
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 äæÝãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Belê rast e, ez jî bi we re ku apê Elîyê Bozo wek pirtûkxaneyek bû. Û di baweriya min de her ku kalemêrekî Kurd dimire, pirtûkxaneyeke me pêre tê þewitandin. Ji ber ku tiþtekî me nehatiye nivîsandin.. Ew jî, ji ber nebûna dewletek me a serbixwe û rewþa welatê me a ciyopolotîkî, paþketin û nezaniya me û qexekirina zimanê me..
   Vêca wek ku çawa çiya û serhildanên me, em ji windabûnê parastin, wiha jî bi saya zargotina me a devikî, bi tev cûreyên folklor ve, ji stran, çîrok, serpêhatî.. zimanê me hatiye parastin..


 Erê, tiþtekî me yê hêjayî nehatiye nivîsandin, tiþtê hatiye nivîsandin jî xelkê li gor kêf û menfîeta xwe nivîsandiye.. Tiþtê me yê mayî di sînga kalemêr û dengbêja de ye. Pêwîste em sûdê ji wan bigrin û ew tiþtê ku di sînga wan de maye, berhev û tomar bikin.
   Ez, di lêkolîn û xepartinên xwe de sûdeyê ji kalemêrên ku dîdevanên wê dema ku, ez li dor dixepêrim dibînim. Ew kalemêr a rast dibêjin; li ber mirinê ne, ji Xwedê bi tirsin, newrên a rast nebêjin.. Rehmetiyê Elîyê Bozo jî yek ji wan kalermêra bû, wek pirtûkxaneykê bû, dîdevanê gelek bûyer û rûdawên civakî bû, hem jî kurmikê civata bû, û hê jî gelekên wek wî hene.. Çend carekî pêre rûniþtim û min sûde ji gotinên wî wergirtin..
   Belê ez di lêkolîn û xepartinên xwe de, ji gelek kalemêr û rihspiyan dipirsim, ne ji yekî bi tenê û dawî tevan berhev dikim.. Ya ku durist dibînim, wê dibêjim. Eger tiþtekî nivîsandî jî bi wê mijarê ve girêdayî hebe, bi wê nivîsa xwe re berhev dikim û di encam de belav dikim..
   Sebaretî nivîsandina min a dor rehmetiyê Elîkê Betê, tevî ku ez çav bi gelek kesan ketime, lê min navê kesekî neaniyê ziman û min ev yek di dawiya lêkolîna li dor Elîkê Betê de zelal kiriye..
   Bêguman rehmetiyê Elîyê Bozo jî yek ji wan kesan bû, rehma Xwedê li canê wî bibare.
   Û ji wan kesên ku name û mailên kirêt û megrûdî ji min re diþînin û þerê min dikin, qerf û tinazên xwe bi nivîsandinên min û taybet bi vê nivîsandina min a li dor Elîkê Betê dikin û dibêjin; Elîkê Betê çiye û çi kiriye..?! Ji wan re dibêjim: Bese ku Elîkê Betê di wî heyamî de, karîbû zindana Nisêbînê ji destê tirkan rizgar bike û tev girtiyan azad bike.. Hem jî ku wî, di herêma Torê de belav kiribû ku, ew qebûl nake kes neheqîyê li kesekî din bike, kesek werê þelandin, zor û tade li xelkên bêguneh bê kirin.. Û þerê wî û Sofî îbrahîmê Gijalî bo vê yekê bû.. Dawî spas bo wefadariya kak Ehmed Bavê Alan.

Qamiþlo, 17.11.2010






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2297