Xwatirxwestin *
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 29 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe




Salih Cefer

Dîsa wekî her car ketim nav xem û xeyalên xwe yên belav kirî
Di quncikên tarîde gerîyam
ku kel û pelên bîranînên xwe bidin hev


Matmayî mam
Bê bersîv mam
Li dora xwe gerîyam
Ev çi xwatirxwestinê
Ev çi koçkirine
Ev çi niþkavkirine
Lê dizanim
Her ku  xewn û xeyalên min dûrî talan û bêmafîyê dikevin
Her ku dilê min ji xemgînîyê bêpar dibe
Her ku gulên westîyayî di henavên min de berve geþbûnêde diçin
Her ku hevîyên min yên þekestî ber  bi asîmanan de difirin
Her ku xeweke bê tirs dibe mêvana hestên min
Ez li ser dengê hawareke dilsotinî di xerîbîya xwede digevizim
Di nav rojên ji rengê xwînê sorbûyî, rengên hestên xwe wenda dikim
Û dibêjim :
Gelo çibû? kê xwatir ji me xwest û dê kî ji me bixwaze ?
De, win bi heqê wan rojên bi ked û westabûnê xweþbûyî vê yekê li me nekin
De win bi heqê wan hestên bi bîrînan dagirtî vê xerîbîya me dijwartir nekin
Em li benda wê rojêne ku disa wan kul û derdan
Li welat careke din bi hevre pareve bikin
Bi germîya wan rûniþtinên di ciyên tarî de sarbûna xerîbîya xwe germ bikin
Salên xerîbîya me dirêj dibin û winjî bi lezin
Ne em kanin ji dest brûsk û ewr û tavên hovane bigin we
û ne winjî kanin li hember neheqîyê dilê xwe aram bikin
dilê we û sirgûnîya me li benda dîtina hevin
de bese xwatir ji me nexwazin

de îdî sozê pêþwazîkirinê bidin me


23.10.2010

  • diyarî bo giyanê nemiran
Sami Nasiro û Ismaîl Omer







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2278