Perçiqandina hevokan di hestekî bêjî de
Dîrok: ÇáÃËäíä 25 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Þepal Hêvo

Sitran kirîva demê ye,ew neviya keserên ne wergerandî ye.
Derengî þevê û ji niþka ve,dengê sitrana Hunermendekî  kurd xwe çengî guhê min kir,
bi dudilî mîna zarokekî  birçî ku çavê wî li destê  xelkê  ye,min li sitranê guhdar kir,
Jihevketina deng û gotinê di mêjiyê mûzîkeke beravêtî de,ez ajotim ber bi rexneyê ve, û çi rexne EZ REBENIM.
Di baweriya Sitranê de ku ew ji rexneyê bêpar e, yan jî di baweriya hunermendan de ku ew ji rexneyê bêpar in. Xwena mezim ji hunermendên kurd re ku ew li ser ekranê tîviyên kurdî derkevin,ev rastiya ku bûye pêþketin dihêle ku em bi þêweyekî arzan temaþevanan binirxînin
û bi çi awayî EZ BENÎ?.


Gotin balyozmenda pêwendiyê ye, bi saya wê her tiþt dibe.Gelo gotin di sitrana kudî de ciyê rêzgirtnê ye?. Beþê herî mezin ji hunermendan nizanin gotinên xwe bineqînin, ango ev derfet ne mijareke pêwîste û ne ji wan tê xwestin û bi tenê guneh gunehê nivîskare.
Bikaranîna peyvê û þêweyê bilêvkirina hevokê dema yê sitranbêj wê ji gewriya xwe dertîne
Bê ku bizane yan jî pêmijûl bibe ku ev gotina xemgîn çi wateyê dide.. wê di bin dengvedana form de jibîr dike.

(Çanda hunermend ya qels û dûrbûna wî ji peyva kurdî)
Em tev de zarokên jîngehekê ne, jîngeha ku bi KÛÇIKÊ MANCO me ditirsand,ji vê baweriya civakî ya tije wate û pîrozbahî..sitrana kurdî xwe þuþt û xwe ji kevinbûnê dûr xist.Ew miletê ku hîn sûnda wî bi rojê ye xwe bi Çuklata dide nas kirin û bi ritmên civakeke din xwe dihejîne,
lê bi carekê ew nifþê ku daxwaza sitrana kudî û taybetmendiya wê  nas nake jê re  gereke,
û ew cemawer cemawerekî kurdî ye!.Destpêka her hunermendekî dema xwe di sitranê de dibîne rêberê wî tenê navekî mezin e û armanca wî ku Kasêtekê tomar bike, ev çanda ku bûye pêvajo di ramana gellek xortên nûhatî de rûdêma sitrana kurdî lawaz dike.


bê guman beramberî van kesên ku dengê xwe yê beravêtî dibjêrin me,kesin  afrêner,ekadîmî
sitrana kurdî bi þarezayî bi cîhanê didine nas kirin.
Rola hunermendê ku radihêje barê sitrana xwe û wê diparêze ji keftelefta malwêraniyê roleke pîroz e.. ciyê serbilindayê ye,ango ew sitran bi xwe sitraneke kurdî ye,û her wisa yê ku peyva kurdî bi bînberdaneke nû yeke resen berdide celdeyên kuhên me.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2267