Ji rêberê gelê Kurd bavê Þiyar re
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 ÃßÊæÈÑ 2010
Mijar: Nûçe




Dilawerê ZENGÎ

Diyarî ji bo giyanê pêþewayê gelê Kurd nemir Bavê Þiyar re pêþkêþ dikin û bejna xwe li ber gora wî ya pîroz ditewînim.


Ey mirin,
Ey mirina reþ,
Ey mirina bê bext û ol,
Ey narevîna xiniz û sergerîn,
Ey feleka bê zik û piþt,
Bi pencên xwe yî rewrewkî,
Bi bejna xwe yî xapînok,
Te konê reþ li ezmanê me vegirt,
Heyv  ji ezmana hilweþand,
Stêr û Gelawêj te herifand..
Siyasetvan û rêberan rê winda kirin,
Rewþenbîr û zana nivîsên xwe çirandin
Ronakbîran pênûsên xwe þikandin
Bûk û zeriyan rondikên xwe barandin
Dê û bavan þîn gerandin
Zemîn hejî, perî govend gerandin
Li me hejaran serî gerandin
Þev reþ û tarî, piþt li me þikandin
Ka rêberê me, ka ew qehreman
Zû ji nav me barkir gihaye kerwan
Kerwanê nemiran wa ye li rê ye
Hevalê Ismaîl rêberê rê ye,
Digel Zaza, Hemze û Osman,
Civînê deyne rêberê Kurdan,
bangê bide Tîrêj û Cegerxwîn,
Keleþ û Bêbuhar, seydayê Namî,
Gel tev þiyar e, lê dil birîn in,
Ji çûna we tevan ew dilbixwîn in,
Heyfa li wê heyfê ko hîn bibînin,
Þûna þêran  kund  lê bixwînin.
Ey mirin
Rast e, te ew ji nav me bir,
Ji ber çavan te ew winda kir,
Lê bi sûnd, bi soz û peyman
Bi kêla ber serê pakrewanên Qamiþlo
Bi gora pakrewanên sînema Amûdê
Bi Laleþa Nûranî..
Bi gora vî pakrewanî
Tê nikaribî bîrûbawerîyên wî
Raman û ramyariya wî
Ji hiþê me derîne
Tê nikaribî hezkirina wî
Ji dil û canê  me derxîne
Ey mirina bê bext û ol..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2260