Ji helbestavan Tengezarê Marînî re
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: gotar


Jînda Duhokî

silav ji her kurdekî go du gotinên kurdî bi hev ve girêdaye û kiriye hevokên helbestî û bi navê helbestek kurdî weshandiye.. gelek rêza min ji helbestvanê kurda re heye û bawer dikim birêz Tengezarê Marînî te gelek texsîrî {kêmasî} xistiye mafê helbestevanên me yên kurd


ez bi nav nakim yek bi yek belê gelek ji wan ji helbestvanên hêjane û bi nav û dengin û bawerim roja wan helbestên xwe xwendin birêz serokê hukumetê Nêçîrvan hazir bû û tu jî vî tishtî bi xwe zanî belê mexabin te nivîsek nexosh nivîsiye ji ber wilo kurdên me be ser nakevine dema tishtên di hundirê xwe de dinivîsin, lê rastiya gelê xwe nanvîsin..

Ez bi te re birêz Tengezarê Marînî te behsa helbestvan Ehmed Huseynî kiriye gelek rêzê min jî jê re hene insanekî zane ye û hêja ye tev li go hawekî dinivîse wide heye ..te gelekî navê birêz Ehmed Huseynî bikar aniye  û te navê xwe ji gelki bikar anîye  go wa be wê her helbestvanek binivîse û tenê pesnê xwe û dostên xwe bide û wê bêje ev kesên min behsa wan nekiriye ne di pirogramê de bûn û mexabin ev ne rast e  û te navê çend kesan du car û sê car bikar aniye û mafê gelek helbestvana xwariye di nevisê de

ez bawerim tu azadî di nerîna xwe de dema tu bi tenê be belê dema tu di malperan de deyne {net kurd, avesta, keskesor} û {walate me} de dinvîse gerek tu mafê helbestvana nexwe yan tu  bi xoshkayî ser helbestvana gishan binvise yan jî tu nivîsa xwe derxe je malperê ji ber be hazaran kurd ji her çar percê kurdistanê li welatê me dinerin û dixwînin û  gelekî nexweshe dema zanibin helbestvanên me rastiyê nanvisin ez bi xwe insanek  miriya helbetên kurdî me bi chi rengî be welati be, xemgînî be, evînî, serhildan berxwedan be ew rengên û êsh û derdên kurdan tîne ziman

ez helbestê dixwînim bes ji bû zanibim bi kurdên me gihane kujan zanebûnê

Ez  jî li Festîvala Duhok ya rewsenbîrî  hazir bûm û min roj bi roj û gav bi gav li ba xwe nivîsiye  û dizanem çi li wira çêbû ezê bînim bîra te yek ji van kesên te mafê wan xwariye di nevisê de hêja û birêz E_xemcivîn di roja bi rêz serok nêçîrvan hazir bû  helbestvanê me yê hêja E_xemcivin helbestên xwe yê pak û zelal xwendin bi rengê kurdî yê herî pak ji ziman biyanî û dema xelas kir çû silav li serok kir û pirtûkên xwe diyarî wî kir û serok sipasiya wî kir ez bawerim ev teshtekî naye jibîrkirin. bawerim ev tisht bi te re çêbubya an bi kesekî te ji wan hezdike tê suretê wan jî bikishanda ne tenê binivisanda

Ji bo çi kurdên me bisernakevin? nizanim bersivekê dixwazim ji bo vê pirsê tev li go bersiva xwe dizanim.. dîsan rêzên min ji her helbestvanekî kurd re heye û pirsek min heye ji te birêz Tengezarê Marînî  tu karibî ji min re bêje bikaranîna te ji gotinên biyanî re di helbestê çi sûdê dide helbestên te yan te weke helbestvanekî kurd, bawerim ev ne pêshketineke dema gotinên turki an erebî an farisî an almanî ingilîzî di helbesta kurdî de hebin…??


 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=225