ÛSÊ HERSAN, DÎDEVANÊ SERDEMA XWE YÊ DAWÎ BÛ..!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 05 ÓÈÊãÈÑ 2010
Mijar: Nûçe



Deham Ebdulfettah
 
Ka em ê ji kû dest pê bikin …! Temenekî dirêj , jînenîgariyeke rengîn … û hiþekî bîrewer û zelal , hemû buyer û bûyînên ku li dirêjahiya wî temenî qewimîne yan jî berguh bûne tê de amade û berdest in … !
Zincîrek ji bîranîn û bîreweriyên dîrokî di ber çavan re derbas dibe … xelek li pey xelekê dikiþe û dirêj dibe … dirê.. ê .. êj û qonaxên serdema kurdeweriya tozgirtî nîþan dike …! Her qonaxeke nîþankirî bi bazinekî sorxwîn hatiye dorpêçkirin û bi tilîkên dîdevanê vê serdema xwînî hatiye morkirin û wajokirin (imzekirin) ...!


Di navbera " Sêmitikê Newaf "û " Amûda Þewitî " de (95) caran ev Zemîn li dora rojê geriyaye (1915 – 2010) . Di her çend geran de qûçek hatiye rakirin û her qûçek bûye qonaxek ji qonaxên jînenîgariya dîdevanê vê serdema me ya wêran û sitimî … !
*                     *                        *
Pêþengên riya azadiyê , weku sitêrên ronîdayî di þevên Amûdê de tovên bîreweriyê diçandin . Li dora te bûn , heval û hogirên te bûn …tu jiwan bûyî û ew ji te bûn …! Hûn xwazyarên ronahiyê bûn , tu û hevrêyên xwe . (Mele Hesenê Hiþyar , Reþîdê Kurd , Evdê Têlo , Osman Sebrî , Qedrî Can , Cegerxwîn , mihemed Elî Þiwêþ, Ehmed Nafiz , Tîrêj û … ). Erê …! Hûn bûn evîndarên ronahiyê , xwazgînên rojê ..! we di tarîka þevên Amûdê de tovên ronahiyê diçandin …!!
Çiqas zor û zehmetî we kiþand..! we çiqas azar , renc û rencorî daqurtand ..! çiqasî hûn di sermê de , di germê de , li çol û gundan ,tî û birþî þevder diman ..!
Rast , tu nexwendî bû , lê te ezmûna hemû hevalên xwe yên ronakbîr û xwendewer , di dilê xwe de meyandin . Tu bi textoran re yawir û birînpêç boyî , bi nivîskar û zanyaran re tu þagirt û guhdêr bûyî , bi ramyar û siyasiyan re tu ji wan bûyî ..! Di hemû qonaxên xebata welatperwerî de tu yek ji wan bûyî …! Di xweþiyê de , di reþiyê de tu yek ji wan bûyî …!
Ew pêþengên riya azadiyê tev çûn , koçkirin û çûn ..! Hebanên ezmûnên xwe vala kirin dilê te û çûn ..!
Erê , ew çûn û tu li pey wan , weku dîdevanê wê qonaxa dîrokî , mayî …!
Di çarçova wê qonaxê de , çi dihat pirsîn tu ji pirsê re amade bûyî …! Tu dîde û dîdevanê kes û bûyerên wê dema xwînî û qedexe bûyî …!
            *                     *                        *
Ez û tu , em (35) salan bi hev re , cînar bûn , dost bûn û heval bûn ..! Bi hev re em diçûn nêçîrê , diçûn seyrangehan û bi hev re em li þevbuhêkên siyasî û rewþenbîrî jî amade dibûn ..! Eger carekê nexweþiyek li mi peyda bibûya (nîvê þevê bûya jî) , tu û texturê xwe , hûn li ber sere min amade dibûn , we ez derman dikirim ..! tu ji min re bav û bira bûyî …!!
Van salên dawî gavên te kurt bûbûn , te nema xwe ji tarê berdida . Te her êvarê li zengilê mala min dida û tu li nik min rûdiniþt ! pirs û bersivên te ne yên mirovekî (95) salî bûn . Hiþê te , zimanê te , bîreweriya te ,yad û bîranînên te , tev çak û ciwan bûn ..! Te hemû bûyerên giring li cîhanê (nemaze yên bi Kurdan ve girêdayî) diþopandin ..!
Roja ( 24/ 8/2010) , dîsan wekî her roj , tu li cem min bûyî û bi wê germiya dilê xwe ya her car te pirsî :
-   De bêje lo : çi heye , çi tune ye
-  Ma wê çi hebe , Bavê Dara ?! Her tiþt wek berê ye , tiþtekî nû nîne …!!
-  Ma hikûmeta Îraqê çênebû , lihev nekirin ?!
-   Na , na ..!
-  Tu dibê rewþa me Kurdan wê çawan be ..?!
-  Baþ e û wê baþ be jî !!
-  …
Demjimêr bû nêzî (6) . Te hêz da xwe da ku tu rabî . Tiþtek hat bîra te , te cihê xwe xweþ kir û te got :
- De bêje , lo ..! Eger ez mirim tu yê min li kû veþêrî ?
- Li goristana Amûdê , li rex gora Diya Dara û keça te Gulê …!!
- Baþ e …! Ma cî li wir heye ?!
- Erê , erê heye !!
Tu rabûyî ser xwe û tu çûyî ! … û cereke dî min dengê te nekir …!!
*                     *                        *
Beriya ku bigihêje mala xwe riya xwe bi cînarekî nexweþ xist , çû serdana wî . Bi dengê topa rojiyê ( fitarê ) re gihiþte malê . Þîva xwe xwar , nimêja xwe kir û çû ser textê xwe . Li ( hewþê ) xwe li ser nivînên xwe dirêj kir ..!
Nêzî demjimêr ( 9.45 ) qêrîn jê hat : Nûra , Nûra were …ez mirim …!
Keça wî Nûra pêve çû , .. Serê wî rast kir .. kir kixt – kixt …! Xwest tiþtekî bibêje , devê xwe vekir da bibêje , lê – mirinê rê nedayê û negot …! Çavên xwe girtin û … tiþtek negot …, negot û çû … !!
Gelek tiþt ji me re gotin û gelek jî negotin , pêre çûn … û … negotin …! Xwest ku bibêje , lê negotin …!







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2222