RONDIKÊN MIN
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 27 íæáíæ 2010
Mijar: Nûçe




Demhat Dêrikî

Esmerê,
Wê þevê  ew dilbuhariya min ya ku ji çavan destegul belav dikirin
ber bi þevistan, ewristan û baranistanan ve bû rêwî û di  nav tixûbên
dengvedana birûsik qeyrana heneseyên min de, çend dîmen; ji þewatê,
ji jana vedana reþkonên evîna kurdayetiyê, ji xwelî serî
û bê tebata hezkirinê hembêzkir.


Wê þevê, di wê þeva baranî de te sakoyê serpêhatî û peyvên nejibîrkirinê
li xwekir û çend nameyên ku min li bin banê stêrk geþên buharî nivîsîbûn
te li gel xwe bir û ber welatek nediyar ve, di nava xatirxwestinek bê wextî de
çûyî…ji wê þevê, ji wê çûnê ta vê kêliyê li asîmanê çavê min bi dûrîkirina te
reþewir avisdibin û li ser þopçûyîna te, rondik diherikin.
Xewnên min bi rondikin
Aþûpên min bi rondikin
Meþ û hewldanên min bi rondikin
û ez û dilê xwe di golrondikan de melevaniyê dikin da bigihn sirûþta te
ya ku ez dibirim welatê xemrevînan.
Va dîsa li wirim, li bin wê tabloya þînrevîn ku ramûsanên me bi xwe re dikir yek
Û em di nava awaza þevê de dibirin…..lê ev car, li vir, bi tenê me
Û guve guva sarbayê di nava min de, min diguvêþê û piyal ji rondikên min
tê dagirtin û bi ser xwe de dikim rondikên dûrîkirinê…







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2200