Hevalo
Dîrok: ÇáÃÍÏ 25 íæáíæ 2010
Mijar: Nûçe



 
Mihmed E`bdê

Hevalo ger tu windabe li vê  jiyanê
Li te  bigerim di dilê xwe de te  bibînim
Ger cî û war ji ter tinebin
Di  ronîya çevên xwe de te  hilînim
Dibin  tava rojêde  dimînê tu ezê
Liber sîka mijankên xwe de te bilorînim
Carek ku tu xuyanî nebe hevalo
Di  rûpelê dîroka  xwe de te derxînim


Were li bamin carek  ger tu  Membe
Ezim  warê evînê  warê Zînê
Sitêrek  geþbe tu li  ezman çirûsk bide
Ezim heyva li  dora min tu  dimînê
Ger tu þivanek be þiyar  dimînê li  þevînê
Ezim  bilûra di destê te de tim dimînê
Ger  tu  gemîyek be hevalo ezim çiya
Ezim  Cûdî  gemîya   Nûh  li ser dimînê
 
Dûrim ji te tim  bi derd û xemim
Ji ber te ez bê  kêf  û kenim
Gulek çilmisî  li ber keviya   çemim
Qeyîkek li ber pêlê diçe û ez li  serim
Pêla  ez birim  hevalo perîþan bûm
Dûrbûm ji te ez winda bûm
Hevalo di  avêde ez bê warbûm
Li  derîya evînê  bi xewena te  ez  þiyer bûm

Hevalo tu  hêjayî bi vê  jînê
Delalo  ti  hêjayî ji tere bibim pira evînê
Tu  hêjayî bi jînê û golên xwînê
Ta ku saxbim nevê te di dilde bimînê
Bijîm ji bo te li  jiyanê   hevalo
Tu  helbestvenê dilê min, Mele û Ehmedê Xanê
Ger tu bawer neke  hevalo  bi pirse ji
Belbelîskên nîsanê û tavê havînê
Qamiþlo 24-7-2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2199