Çawa emê nexweþiya bêbextiyê rizgar bibin
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 íæáíæ 2010
Mijar: Nûçe



Siyamend Brahîm

     Ez bazgûrî yezdanê jorîn dibim, ku ev boblatên bi ser serê gelê me tên sivik bibin, û bi çavên mihrevanî û dilovaniyê li me binere, Ax….Ax.. ey feleka bê bext ev bû  hezar sale ku em di bin lingên van zordestan de dijîn, û hemû rengê qehir û serdestiyê dibînin., û em hîn heles û mûçandin zilindar dadiqurtînin.
Rastiya ber bi çavan tê xuyakirin ku li dirêjahiya bablîskin derbas bûne di her warî de dijmin em herifandine, ew kesîtiya kakilê mejiyê me  xweþik kolaye, û civaka me ji hevxistiye, jihevxistineke hew kes dikare dermanekî xurt bibîne, belê li ber van nexweþiyên han bijîþkên pispor matmayî dimînin gelo wê çawa me derman bikin?


 Li vir hêjaye gotinê ku yek ji van nexweþiyên me yên kirêt ew bêbextîye ku di jîyana me ekama vê kira de han roleke xerab dilîze,  û ew bi xurtî getiye ferhenga jîyana me, na ew di tevgera konevanî, rewþenbîrî û beþên din  bûye tiþtekî bi pergal û dawiya vê kira han mirine, ango mirina xweyetî û kesayetiya mirovên paqij û niþtimanperwerin, belê bêbextî þaxên jîyana me ya sipehî li erdê dixîne:
 Niha ger em xweþik li dîroka gelê xwe û yên cînarên xwe binerin bê ji ber vê nexweþiya han çiqas kes hatin kuþtin, û bê çiqas mirovê xebatkar hatine dalqandin, û çendî mirovê pak navno bûne, lê werîsê bêbextiyê kine?!, lê peyhûdeye wekî kurd dibêjin: Piþtî hasil çûye Mûsil:   

Tiþtê her dikeve çarçeva pêkenoka mendalan ku pênûseke genî bi nave Ekerem Elî der barî min nuçeyke kirêt   tewþo mewþo derxistiye, û têde çêl û behsa mesela ku ez pesnê xelkê didim û  tiþtin xerab…..belê ev

 êrîþa tundkesî  û kirêt û bihna genîtiya çend kesên vê partiya tê û çi bihineke mejiyê mirovan gêj dike, ango mebeste ew ku ku bale bikiþîne ku ew qencin û nakevin þaþiyê.
 
Belê Ez derbarî van gotinan wan yên çewto mewto kiznebûme, lê ez li ber kesayetî û ramana van kesên han bê çawa mirov rexna helewesta wan bike?!
Hêjayî der barî  vê helwesta (Yekîtî) ku rewþenbîrê rexna wan bike, îcar ferhenga bêbextiya tê vegerin, xinizî,  nandozî?!
Ev kirên han tiþtekî din jî diçesipîne ku divê mirov haydar be, belê ji xap û pîlanên wan hiþyar bin, û li dûr binere, ji ber ku celebin ji wan hene xwedan derûnin nizminin!  
Nûçeyeke wisa bê pirsyar dihêle ku miov têkeve gumanan gelo kiye ê ku bi hêzên Serdestan girêdayîye, teqez ne yekî tenê belê bêtir ji yekî xweþik hatine girêdan,
Ev bû sih û salên girove ku ez mijûlî zimanê kurdî bûme, û ez bi doza gelê xwe girêdayî me, û min li seranserî welatê Sûryê û Kurdistanê bi hezaran pirtûk û kovara ASO belavkirin, her sibeh li ber tîrêja roya zêrîn ez bi fincana mezin helesa perîþaniyê vedixwim, qeher, zindan, bê mal û mewdan?!
Lê bera xweþ bizanin ez jî wekî mamosteyên xwe Celadet, Osman Sebrî, Hesenê Hiþyar ji vê doza zimanê kurdî û berxwedana gelê xwe venagerim wekî mamostê min Osman Sebrî gotiye:
Xwe danînim bo sitem û zorê
Divê ez serbilind herim gore
Gava bi rûmet çûme goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan
---------------------
Siyamendbrahim@gmail.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2188