Li Wanê Festîvala Feqiyê Teyran hat lidarxistin
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 23 íæäíæ 2010
Mijar: Nûçe



Li Wanê li qezaya Miksê; welatê Feqiyê Teyran þairê binavûdeng ê kurd ê sedsala 17-ê di navbera 19-21-ê mehê de festîvaleka navneteweyî a bi navê Feqiyê Teyran hatlidarxistin.
Festîval resmî ji bal parêzgeha Wanê hat organîzekirin, lê ew bi esasî ji bal parlamentera AKP-ê a Wanê Gulþen Orhan, qeymeqamî û þarederiya Miksê hat birêvebirin. Di Organîzasyonê de parlamenterên AKP-ê Dengîr Mîr Mihemed Firat û Abdurrahman Kurt jî cîh girtin. Wezîrê karûbarên Yekîtiya Ewropayê ê Tirkiyeyê Egemen Bagiþ ji alî darayî û organîzasyonê de beþdarî amadekariyên festîvalê bû.





Festîval navneteweyî bû. Ji Herêma Kurdistanê, Ji Kurdistana Îranê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê, ji Swêdê, Avusturyayê û Almanyayê nivîskar, lêkoler û akademisyanên kurd hatibûn vexwendin.

Herwiha hemî balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê hatibûn vexwendin, Grûba muzîke a alman a ku li Avusturyayê di konserê de li gel þivan Perwer stir, Aynur Dogan û Yekbûn ji bo beþê ahenga festîvalê hatibûn vexwendin.

Diviya festîvalê, li Wanê bi konsereka gelêrî û bi axaftina vekirina parêzgehê Wanê destpêbikiraya. Lê ji ber ku rojekê berê li Hekkariyê 12 esker hatin kuþtin konsera roja 19-ê mehê û hemî beþên þahiyan ên resmî hatin betalkirin. Balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê beþdariya xwe ya ji bo festîwalê betal kir, ew çûn di merasima cenazeyên eskeran de li Wanê li gel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyip Erdoganî amade bûn.

Roja 19-ê mehê mêvanên festîvalê çûn li Kela Wanê gerriyan û piþt re bi qeyikê derbasî Girava Axtemarê bûn, serdan Dêra Axtemarê kir.
Programên 20-21-ê rojê li Miksê li welatê Feqiyê Teyran hatberdewamkirin, hemû mêvan, parlamenter û rojnamevanên amade li Miksê civiyan.



Roja 20-ê mehê serdana gorra Feqiyê Teyran a li Warezozê het kirin, ku gorr di geliyekî asê de ye û li nav daristaneka gurr e. Gorra Feqiyê Teyran ji nuh ve îsal hatiye restorekirin û kumbeteka nuh li serê, mizgefteka hêja jî li rex gorrê hatiye avakirin.
Roja 21-ê mehê du programên sempozyuma Feqiyê Teyran hat lidarxistin, Di du panelan de pispor û lêkolerên ji beþên cuda û ji Ewropayê li ser jiyana Feqiyê Teyran þairiya wî felsefe û tesewufa wî axaftinên gellek hêja pêþkêþkir.



Wezîrê kulturê ê berê Herêma Kurdistanê, serokê Komeleya Dostayetiya Kurdi û Tirkan Felekeddîn Kakeyî jî li gel heyetekê di festîvalê de amade bû û sillava Nêçîravan Barzanî gihand amadekar û beþdarên festîvala Feqiyê Teyran.

Ji xelkên Wanê û Miksê jî gelek beþdarî festîvalê bûn rengakî gelêrî dan wê, Di herdu rojên Festîvalê de êvaran aheng hatin gêrran, stiran hatin gotin sohbetên bi beþdariyên fireh hatin kirin. Sohbet û yariyên (henekên) Nacî Orhan bavê parlamentera miksî gulþen orhanê û serokþarederiyê kevn gelek bi kêfxweþî hatin pêþwazîkirin.
Miks ku nuha navê dewletê kiriye Bahçesaray qezayeka piçîk a di geliyekî nav çiyayên bilind û asê de ye. çemê Miksê yê ava þîn a zelal û sar di nav bajêr re bi himehim û lemelem diherike. Gelî seranser bi dar û darostanan dagirtiye. darên meywe, sêv, gilyaz û hirmî hene. Lê ew esasî daristaneka darên gwîzan e bi hezaran darên gwîzan bejî bajêr û gelî dixemilînin.
Mêvanê festîvalê li gelî û nav bajêr geriyan û bi hev re çûn wî cihê ku çemê Miksê jê dertê. Ew þikeftweka mezin a di quntara çiyê de ku jê re Serkaniya ava Miksê tê gotin. bi rastî jî cihekî balkêþ ê xweþ e.



Festîval roja 21-ê mehê êvarê temam bû, di 22-yê mehê de mêvanan xatir ji miksiyan xwest, sipasî wê mêvandariya wan a xweþ û camêrane kir û ew vegeriyan Wanê. Di sefera navbara Wan Miksê de di çûnî hatinê de mêvan li wê þoxûþngiya suruþta herêmê, li wan çiyayên bilind û asê ên di ser 3000 metreyan di ser deryayê re ku lûtkên wan bi berfê hatiye vegirtin û li wan geliyên kûr li wan rêyên� evraz û niþûv bi fetlok man heyran. Bi dilxweþî û dilgerimiyeka mezin ji Miksê û Wanê xatir xwest.


NETKURD
Aktuelbûn: 2010-06-23



















 






 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2175