Di helbestek dî de mizgîniyê dide miletê xwe ku ciwan jîr û zana dibin, û xwendin û zana bûn nîşana rizgariyê ye:
Qîma wan neyê bi şêx û kezîr.
Belê, bi kurtî ev çend malik, ji helbestên Rêwî hatin xwendin, dûv re berhemên wî yên çapkirî û yên destnivîs hatin destnîşan kirin:
Berhemên çapkirî:
1- Paytexta derdan (helbest 1987). 2- Salar û Mîdya (1997 bo zimanê erebî hat wergerandin) 3- Dîroka wêjeya kurdî li sûrya – peşê yekem – 1994 bi zimanê erebî. 4- Revandina Ocelan û yasaya diwelî- bi erebî 1999.
5- Pend û metelokên dicle û Xabûr – bi kurdî 2002.
6- Dîroka rojnameya kurdî li sûrya – bi erebî, 2003.
7- Nazê û Diyar – helbestên zarokan, 2004.
8- Baxên Gula – gotarên corecor bi erebî, 2007.
Berhemên destnivîs:
1- Dîroka wêjeya kurdî li sûrya – berê duyem.
2- Dîroka Cezîra sûriyê di sed saliya bîstan de.
3- Ola Êzîdiyan.
4- Têkilyên Kurd û Ermeniya.
5- Dîwana Gulhinar – helbest.
Piştî vê pêşkêşkirinê, şeva helbestê, bi xwendina helbestan hat xemilandin:
1- Mehmûd Sebrî. 2- Bavê Serbet. 3- Sêfedîn Qadirî. 4- Miş''''el Osman.
5- Ibrahîm Ebdî. 6 - Hisên Şakir. 7- Axîn Mîrxan. 8- Xalid Omer.
9- Mehmûd Badilî.
Dûvre, helbestvanê hêja Rêwî, bi axavtineke kurt sipasiya hemî helbestvanên kurd yên bajarê Hesekê kir, belê bi kêfxweşî da xuyakirin ku ev karê ku ji bo wî hat kirin li hemberî xelatên cîhanê tevî ye. Di vî alî de hinekî li ser rewşa wêjeya miletê kurd axivî û bi taybet rewşa helbestvan û nivîskarên kurd li sûriya, ku divê miletê kurd li rewşenbîrên xwe bi xwedî derkevin weku çawa miletên dîtir qedr û qîmet dane rewşenbîrên xwe. Û got wêje di gelek qonaxan re derbas dibe, û dema her qonaxek li ser navê nivîskarekî yan helbestvanekî bi nav dibe, ev yek nîşana rêzgirtin û rûmetiya yê rewşenbîr dide xuyakirin, gerek miletê me jî keda rewşenbîrên xwe binerxînin. Her tekez kir ku ev kar cihê rêzgirtinê ye li cem min û hêviya berdewam kirinê ji helbestvanan kir.
Bi vî rengî, hat diyar kirin ku dê şevên helbestê li bajarê Hesekê berdewam bike, lê her carê bi şêweyeke rengereng derbarî xwendin û lêpirsêna helbest û helbestvanan.
Hesekê – sûriya
30-5-2010