Ezîz Xemcivîn: Helbest dengê daxwaziya damar û cihokên herikîna dil e
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 ãÇíæ 2010
Mijar: Nûçe



  Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Mamoste Ezîz Xemcivîn li sala 1965an li bajarê Hesekê ji dayîb bûye. Ev demek dirêje di nava cîhana wêjeya kurdî de wek cotkarekî evîndarê xakê, wesa bi evîn di nava wêjeya kurdî de cot dike, tov direşînê û bi kedeke pîroz di nava şevên bê xew de berheman diafirîne. Her weha wek vekolîner di nava bezeke bê rawestan de, di nava mijarên jinê de jî, lêkolînan dike û rastiya jinê datîne ber cavê xwendevanan. Berhemên wî yê çapkirî jî ev in: Alfebya kurdî(Şam,1990), Zîndana Biçûk (Duhok,2005,helbest), Pejal(Dubey,2006,helbest), Jiyana Mele Ehmedê Palo (Wergerandin ji erebî, Beyrût,2007). Em wek rojname  WARA me hevpeyvîn bi mamsote re kir û me guhdarî dîtinên wî der mafê kar û xebata wî de kir.


Mamoste Ezîz, hûn li ser qadeke berfireh(wêje, lêkolîn, rexne...) di warê nivîsandinê de kar dikin, di nivîsandinên we de mirov pêjn dike, hûn û pênûs û ramanên we yên ku bi riya pênûsa xwe li ser rûpela sipî divejînin, xew nakin, her şiyar in. Gelo ev qad hêja ye ku mirov sînorên mandîbûnê derbas bike?
Xaka tore (wêje) û çanda kurdî, xakeke bi xêr û bêr e. Tu çi tê de biçînî, wê berhemdana wê heşîn û geş be. Ji lew ra çi ji min bê, ko karibim rajeya milet, çand û toreya xwe bikim, ez ê ji dil û can bi pênûsa xwe xebatê bikim.
Wêje, bêtir ez helbestê dinivîsînim û xwe ji malbata helbestvanan dibînim. Helbest dengê daxwaziya damar û cihokên herikîna dil e, evîna heyveke aram e, ko bi temenê min re hevrê ye…
Beşê dî “rexne” ez nikarim bibêjim ko rexnegir im. Lê gelekî ji aşkerekirina babetan hez dikim. Naxwazim goşeyên tarî di bin tilîkan de bimînin. Ev mebesta min ji evan gotarên rexneyî ye. Hewildan in, bi hêvî me ko weke şêweyekî taybetî xwe pêk bînim û xebateke toreyî di serastkirina hin çewtiyan de bikim.
Li ser babetên vekolîn û doseyên vekirî, mînak “Sunetkirina jinan û Sîpetî çi ye?”
Ew jî dîtineke min di babetên hestyar de heye, naxwazim bi veşartin û tabûyan berdewam em xwe bixapînin. Gelek mijar hene dixwazim pênûs bi rola xwe rabe, bila dîwarên tabûyan bi hêza gotina azad biherifin.
 
Hûn pêşketina çanda rexnê di nava nivîskarên Kurd de çawa dibînin, yan jî; rexna zanistî, rexna korî, rexna bê bingeh di nava nivîskarên Kurd de di kîjan astê de ye?
Rexne, bi giştî di rewşa me de nayê pejirandin. Sûda rexnekirinê pir heye, eger rexne tune be, pêşketina toreyê jî tune ye. Rexne neynika wêjeyê ye, mixabin çanda rexneyê di nav me de belav ne bûye. Bêguman ez ne li ser rexneya bêbingeh an rexnekirina ji bo rexnekirinê diaxivim, lê rexne ji bo pêşketina wêjeyê, ji bo kartêkirin û çandina tovê wêjeyeke hemdem di xakeke pak de, da ko bi kêmanî karibe hevrikiyê bi wêjeya miletên derûdora me re bike.

Heta îro gelek lêkolînên we li ser jinê hatine weşandin û hindek ji wan di malperên cîhanî de belav bûne, gelo di nêrîna Ezîz Xemcivîn de jin tê çi wateyê û erkên dikevin ser milê jina Kurd çi ne di warê azadiya wê de?
Kek Demhat, mijara jinê bi du gotinan şirove nabe, lê bi kurtî ez dikarim bibêjim ko me ne tenê jin bi endamê wê sunet kiriye, belê bi maf, kesatî, pêşketin û mirovatiya wê ve jî, me ew sunetkirî ye. Mê li bal me di hundirê makê de, civaka me wê nehêjayî wî cihê pîroz dibîne. Bi rastî bibêjim, jin berî zilam, ziyanê li jinê dike. Mînakeke piçûk, eger jinek ducanî be, û nas bike ko zikê wê mê ye, neh mehan ewê zaroka bêguneh bêdilê xwe xwedî dike.
Jin li bal min jiyan e û pîroz e, çi qas em karibin wê biparêzin, ji saxlemiya civaka me re baştir e. Ew ziyanên ko me heta nuha gihandine jinê, “ ji xwe re jî, evê bangê berî we” dibêjim: Êdî bes e! 

Li gelek welatên cîhanê wêje (Helbest, çîrok, roman, şano...) bandoreke mezin li ser civakan kiriye û heta civak ber bi guhartinê ve birine, li serdema nuke wêjeya kurdan gihaye wê hêzê, yan hêj lewaz e?
Ev rast e, lê li bal me Kurdan rewş têvel e. Gelek faktor hene nahêlin ev yek bibe. Rewşa konevanî, abûrî, civakî û bindestiyê..hd.
Her çi qas wêjeya me ber bi pêş ve diçe jî, lê ka hejmara xwendevanan çi qas e, ev a giring e?

Gelo, divê wêje serbixwe be yan girêdayî siyasetê be, yan jî ew wêjeya di bin bandore siyasetê de be, encamên wê yên erênî û neyinî çi ne?
Di nerîna min de çi movikên jiyanê ji konevaniyê cuda nabin, heta bi destxistina gepa nanê rojane. Eger mebesta te rêkxistin û wêjevan be, tekez ez nerîneke din bidim!

Nuke wek berhem hûn bi çi ve mijûlîn?
Berhem hene û ez berdewam dinivîsînim, lê ronîkirina wan ne di destê min de ye.
-Niha sê pertûkên helbestan ji çapê re amade dikim, eger derfeta çapkirina her sêyan hebe, û eger tune be ez ê her sêyan weke dîwanekê çap bikim.
-Pertûkeke min ya rexneyê heye.
-Evînî û bîrhatinên çivîkan (Bîrhatin in)
-Pertûkeke stranan.
-Komek pendên kurdî (pertûk li ber çapê ye)

Gotina dawî
Ji xatirxwestinê hez nakim! Bi hêvî me, em Kurd fêrî çanda lihevguhdarîkirinê bibin. Ji hev hez bikin, û gumanên pêşinde li ser hev em nestînin.
Spas ji bo we û serkeftinê ji rojnameya we re dixwazim.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2133