WÊ SELÎM BEREKAT JÎ BI KURDÎ BINÎVSÎNE ?
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ãÇíæ 2010
Mijar: Nûçe



  Xemgînê REMO

Min çima ev pirs kir sernavê nivîsara xwe ? di gel ku tiþtekî dijwar nîne, lê dîsa jî, min ne bawere, ku wê selîm piþtî vî temenî, ji nûve, li nivîsandina bi zimanê Kudî vegere, û ez dikarim bibêjimî ku selîm bi xwe gazin jê nabeî ji ber ku ji destpêka xortanî ya xwe , ji nav civaka kurdî derketî ye, û jiyana xweî li sergonî ya dibûrîne, lê babeta min ne li ser vî nivîskarî ye, belê Min divê ez tiþtnî din bibêjim .


Li nav me, kurdên li rojavayî welêt, yan jî li sûryê, di destpêka salên  heþtêyan de,ji sed salên bûrî, me hijmareke baþ, dest bi nivîsandinê Kir, ûji xwe destpêk bi helbestê bû, û di her demê de jî, em li ser du beþan parve bûn, beþek bi zimanê Kurdî, beþê Din bi zimanê Erebî, beþê Ku bi zimanê Erebî dinîvisandin, bê guman rê li ber wan vekirî bû , ji ber ku bi hezaran pirtûk li ber destê Wan hebûn, û toreya erebî, di qonaxeke dirêj re derbas bibû, lê beþê Ku me berê Xwe da nivîsandina bi zimanê Kurdî, mîna yekî berê Xwe bide xaçerêkên çîya, ewên bi kelem û sitirî, me wiha peyv û bêje, yeka yeka, didan ser hev û dixistin binê tûrikên xwe, yên vala, ji ber ku tiþtek li ber destên Me tine bû, ji bilî dîwanên Cigerxwîn û ya Melayê Cizîrî, û yekî ku çend hijmarek, ji govara HEWAR ê, ya mîr CELADET, li ber destê Wî hebûna, ew mîrê serdema xwe bû, vêca bi serde jî, hevalên me, yên bi Erebî dinivîsandin, tim bi pozbilindî, henekên xwe bi me û wêjeya kurdî dikirin, ku em bi þûnde mayîne, û yekser wêjeya me û cîhanî beramberî hev dikirin, bêyî ku li ser pêvajoya dîrokî, ya miletê Kurd rawestana, ku sedemên vê paþketinê Ji ber çine ?
pêvajoya me, wiha bi rêve çû, heta bi salên nodî, jê û virde, çend govarên sipehî, li gorî wê demê, dest bi weþanê Kirin, wek ZANîN, ASO, PIRS, û Gulîstan û Gelawêj jî, bi þêweyekî nûjen hatin weþandin, û bi vê rûdana wêjeyî, delîve çêbû, ku vêca nivîskarên me, ji bilî nivîsandina helbesta kilasîk, ya ku di bin bazikên Cigerxwîn de, dihate nivîsandin, ku berê Xwe bidin þêweyên pexþanê, mîna gotar û çîroka hinerî,
Û helbesta nûjen, ger çendî alozî ji aliyê afirandinê ve hebûn jî, lê weþana van govaran, bizavek, nûjenîyek, di gel xwe anîn holê .
Her wiha dîsa di destpêka salên nodî de, li baþûrê Kurdistanê jî, piþtî serhildanê, hin govar û beravokên helbestî, dighan ber destê Me, wek govara Peyv, Metîn, û rojnameya Peyman, û bi nivîsarên xwe , em beþdarî wan jî dibûn, her di wan salan de, li nîva salên nodî, li bakurê Kurdistanê Jî, rojnameya Azadiya welat, govara Jîyana rewþen û Pelîn, dest bi weþanê Kiribûn.
Vêca me dît hinek hevalên me, yên beþê Erebî, li nivîsandina kurdî zîvirîn, helbet ev yek jî cîhê þanazî û dilxweþiyê bû, wek mînak, hevalê Me Helîm yûsif, ku berî hingê du beravokên wî yên çîroka, bi Erebî çapbibûn, wî bi xwe herdû jî wegerandin zimanê Kurdî, û heta niha jî çîrok û romanên xwe, bi kurdî dinivisîne, û vê rûdana þaristanî, li vî perçeyî heta bi salên 2000 î, berdewam kir, ez dikarim bibêjim ku ew deh salana, salnî zêrîn bûn.
lê ji sala 2000 î, û vir de, ji roja ku malperên me , dest bi weþanê Kirin, vêca mîna ku hina cîhên xwe bi hev guheztin, hinek hevalên me, yên ku bi kurdî, her yek ji wan sê çar berhemê çîrok û helbesta çap kiribûn, dest ji nivîsandina çîrok û helbestan berdan, û berê Xwe dan gotara bi zimanê Erebî, wek Pîr rustem û Fethela Huseynî, va jî vê rûdanê Mamusta Birahîm Mehmûd, ku gelek pirtûkên wî bi Erebî hene, me gelek gotarên wî yên hêja bi kurdî li ser malperan dixwendin, û her wiha mamusta Xalis Misewer jî, û pêvajo hîn jî berdewame, berî sê salan helbestvan Taha Xelîl, ku cîhekî wî yê taybet di qada helbesta Erebî de heye, wî jî,beravokek helbestên xwe bi kurdî çapkir, her wiha mamuste Birahîm Yûsif jî, li vê dema dawî tim ji min re dibêje : ez bi kurdî dinivîsim lê min hîn tiþtek neweþandiye, û berî salekê Dîwanek helbestî, ya helbestvanê Navdar Hamid Bedirxan jî bi kurdî çap bû.
Û niha gelek ji hevalên me, yên beþê Erebî dibêjin: em îroj dikarin bi kurdî binîvsînin, lê çi nan di nivîsîna bi zimanê Kurdî de nîne, yanî ji alîyê diravî ve, çi pere jê nayê, wê jibo çi serê Xwe bi êþînin ?   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2125