Roja cîhanî ya pirtûkê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 22 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



Tengezar Marînî

Îro, piþtî nîvro, ez li pirtûkxane û dezgehên bi pirtûkê re têkeldar digeriyam. Bi gêrana gelek semînar û xwendinê, bajarê ku ez lê dijîm geþ û xemilandî bû. Hiþmend, nivîskar, fîlosof û bîrewer, noþa pirtûk, zanist, tore û xwendinê hildidan. Min jî di kûrahiya xwe de, ji xwe dipirsî, gelo dê kengî welatên me jî, çav li wan bikin û van çalakiyan bikin, dilê hijmareke mezin ji xelkên xwe geþ û rengîn bikin?! Min ji xwe dipirsî, kengî dê pirtûkxaneya malê bibe rewiþtekî gelerî û bibe kehniya zanînê bo zarokên me, gulîkên paþerojê(dema bihê)???


Ez giham ber dergehê malê, keça min ya biçûk, gote min: „Bavo min pirtûkeke çîrokan bo te diyarî anî. Îro, em, çûbûn û me piþbirka xwendinê hebû. Îro roja cîhanî ya pirtûkê ye. Grûpa ku ez tê de, serketin bi dest xwe ve anî“.

Li vir û di wê kêlîkê de, hem ez kêfxweþ û dilxweþ bûm, ji ber ku ji niha ve keça min Kalînê, bi van tiþtan ve mijûl dibe, lê ji hêleke din ve, ez xemgîn bûm, ku derfet bo zarokên me kurdan, bi kêmanî li sê parçeyên Kurdistan nîne, ku þahî û xweþiyê bi rojeke wisa bibînin û binasin.

Pirtûk alavê herî kartêkir e, li ser hiþ û hizr û bîra mirov.
Bêguman bi hatina çapxanê re, mirovahiyê gavên yekcar mezin di hemî biwarên jiyanê de avêtin.
Lê pirtûk berahîka çapxaneyê hebû û ew jî reþbelek û bi xêzên destan bûn. Cudabûna wê ev bû, ku pirtûk berê bi destên kahin, oldaran û fîlosofan dihatin nivîsîn û xwendevan jî her ew bûn.
Lê dema çapxane derket, bi hijmarên mezin hatin çapkirin û belavkirin, hinga hijmareke mezin ji xelkê bûn beþdarê damezirandina zanist û toreyê.

Rêxistina UNSECO, roja 23.Nîsanê kire roja cîhanî ya pirtûkê. Birayara dana wê, di 23.04.1995an hat, netenê roja cîhanî ya pirtûkê, belê (World Book and Copyright Day) ye.

Di vê rojê de, gelek semînar û xwe xwendin di cihên peywendîdar de, li dar dikevin.
Ji dema ku ev roj bûye rojeke cîhanî, mafê nivîser û weþanxaneyan di destûr û yasayên welatan û bi taybetî yên demoqrat û pêþkeftî, bêhtir hate çesipandin.

Mixabin, ku ev roj li welatên me û bi taybetî, yên ku Kurdistan di bin desthilatdariya wan de ye, çu nirx û behayî nadin pirtûkê û nivîskar, belkî bi hemi rengan, dixwazin milet dizan bimîne, bo bikaribin pîlanên xwe li ser wan bi rê ve bibin. Ji xwe bi siyaseta birçîbûna wan, pêkolê dikin, wan bikin xizmetkarên system û pîlanên xwe yên nemirovane.

Ev Roj, çima 23.Nîsanê?

Li Ketelan, ku Herêmeke di navbera Ferensa û Spaniya de parçekirî ye, mirovekî wan î pîroz hebû, bi nave Georg(Corc), div ê rojê de pirtûk û gul li xelkê belav dikirin û nave wê roja Qidîs Corc bû.

Lê ev roj, roja jidayîkbûn William Shakspeare û Miguel de Cervantes e, her wisa jî roja jidayikbûna nivîskarê ketelonî Josep Pla û ya nivîskarê Islandî, hilgirê xelata Nobel ya toreyê Halldòr Laxness(1955). 23. April 1902 in Reykjavík; † 8. Februar 1998.

Bo kurdan jî cihê dilxweþiyê ye, ku di 22.04. hersal roja rojnamegeriya kurdî ye. Miqdat Midehat Bedirxan, yekemîn rojname bi navê Kurdistan weshan û gihande destê xwendevanan, wate xwendin ji qûnaxa, ku tenê di hicrikan de be derxist biyava gel û milet î û ew bi êþ û azariyên wan haydar kirin.
Bi hêviya ku ev roj li Kurdistanê jî bibe rojeke eyan û gelek çalakî bi vê boneyê li dar bikevin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2100