Bangek Bi Hêvî..!
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 16 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Ji berî du-sê salan ve, nameyên, tijî dijûn û siqêf, bi navên sexte ji maila min re dihatin þandin. Min, ew di ser guhên xwe davêtin û guh li wan nedikir.. Lê vê paþiyê û bi taybetî piþtî koçkirina mamoste Rezoyê Osê, mêze dikim ku êrîþên van mirovan dubare dibe; bi rengekî hovane nameyên tijî kîn, bêbextî û derew ji min re têne þandin û wiha þerê min dibe. Erê þerê min dibe, þerê kesayetiya min dibe, bi zimanê erebî û kurdî nameyên ku kes li xwe danayîne wan bixwîne ji min re diþînin. Nameyên dûrî sinc û exlaqên mirovan..


   Min, malê kesî ne xwariye û ne jî, ziyanê kesî kiriye. We çi bela xwe firotiye min..
   Vêca ez ji wan kesên ku wiha nameyan bo maila min diþînin, hêvî dikim ku, wan nameyên xwe rawestînin, eger tiþtek di dilê wan de hebe, wek mêran, bêne rex min, em tekateka hev bibînin û ji hev fam bikin. Bêguman ew kesên ku li dor yekî din bi navê sexte binivîsîne, ew ji bin xwe ve þil e. lewra newêre xwe eþkere bike. Ew jî ji ber du sedeman, yek ji tirsa ye a din ji navê xwe bi fedî ye..
   Eger, zikreþî û çavnebariya nivîsandinê be, dibêjim; Dergehê qada nivîsandinê li ber me tevan vekiriye, kesî bi destê kesî negirtiye, fermo xwe berdinê û wek ku dilê we dixwze, binivîsin.. Gelek babetên hêja hene mirov dikare wan babetan binivîsine. Eger mirov bîr nebe, camêr hene ku þanî wan bidin.. An, eger rexneyên we li dor nivîsên min hebin, fermo wan nivîsan rexne bikin.. Lê yan na, hun doza çi dikin?!
   Xweþ bizanibin, wek ku kurdan ji mêj ve gotiye; (Tu çi tovê di xakê de bireþîne, tê berê wî tovî hilîne..) Ew tovê ku ez direþînim, eger xerab be, çak be yê min e. Binirixînin, ser çava, lê çima hun bi bêbextî êrîþî þexsê min dikin..?! Ez ne xwedî hêzim ku ji hêza min bitirsin dimîne a din.. Bawer bikin, sincê min yê netewî rê nade ku li wan vegerînim.. ez ji xwe bawer û piþt rastim ku xizmeta zimanê welatê xwe dikim.
   Bi hêvî me, ji îro û pê de, êdî bes, wek wan nameyan bo maila min bêne þandin û ji niha ve ez spasiya kesên ku wan nameyan rawestînin, dikim û ez bi xêr û hun bi selamet.

Konê Reþ
Qamiþlo, 14/04/2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2087