Rêwiyê xewna efsûnî
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



 
Nizar Yosif

Þeva hêmin li me geriya
Taristan li me teng bû
Deriyên gerê hatin girtin
Tenê yên dil mane vekirî


Ewran konêreþ stûr vedigirtin
Heyvê çavê xwe ji me digirt 
Siha me ji ber kêlekan radikir
Sih digirya 
Çira agirê me ji roniya çavên
Me bû
Ew e rastiya min û te
Dilpakî peymana dostaniyê
Wêneyên dilsoziyê
Ji qitrana þevê
Çilvilandina stêran me     
Digirtin
Kurtasiya þevên dirêj
Bi nameyên te min didîtin
Te digot :
Ez ê bûkê bixemilînim
Li seklawiya sipîxumal siwar
Birêkim
Helbesta xwe ya nuh
Keskesorê lê bipêçim
Dakû bigihînim hatina tavê 
Di paþla wê de ezê biþînim
Nexþên wê di asoyên aza re
Derbaskim
Li xweþiya dayê bikim pîroz
Diyarî li newrozê bigihînim
Sermayê bandora xwe
Sparte me
Te paldabî baweriyan
Çavên me di çavên hev de
Þêlgirî
Wan xwestekên mezin
Têgihiþtî hev dixwendin
Kenê tenik li ser lêvan                                                                                                                                                                                            
Li bendî dengê te bûm
Dengê wêjeyî
Ji þaxên te yên kûr
Pijyayî ji serpêhatiyan
Ezmonin salan
Biwêja rastiya rewþa me
Perîþanî hejarî xalên reþiyê
Ji zayînê ve dost û hevpiþtkên
Jiyana  mirov in
Jana war piþtiyê þev û roj
Di nav re keft û lefta zindiyan
Di nava te de
Hêrsên nerm dilepitîn
Xuhdan ser rûkan dibû xunav
Reng reng diweþiya
Dilop dilop
Bi lêvan re di herikîn gotinên
Dildariyê
Þerbik ê baweriyan
Ji wê xaka sor
Bi agirê dilêt me hatî pijandin
Tihnþikestî rûpelên spî
Nexiþ kirin
Rawa çilwê nizara bû
Þev berû dawî diçû
Temara xewê avête dil
Mijûlanin çavan
Li me giran bûn
Taviyên zivistana dawî
Gîregîra heybeta xweza
Givaþa ewran li me daweþand
Birûskên bê piyarî
Li tixûbê aqarê me didan
Reþ ewran ronî  girtin
Siha te veþartin
Ew firtona desthilatdarê
Mirinê bî bira
Biskê giyayê te çilmisand
Dîtina dawî bû
Tu birêkirin
Rêwiyek avsargerên
Zû di kelegerma jînê re
Derbasbû
Gelo tu bûyî helbestvanê
Dengbêjên xeybê ?
Yan jî geþ stêrek li ezmanê
Avahiyê ?
Bêndera hîviyê min liber
Bagera giyanê te çû
Li nava þêweyên bînaya te
Wênekirî re ketin
Helbesta wate kûr
Ji givaþa hiþê te
Pîvana kesayetiya
Mirovên war ê
Ku eþqa wî tu girtî
Lê mixabin tu nehatî
Encam paþket
Nivre nebû
Newroz li me melûl ma
Berhem kete nava bîranînan
Lê siha çiya ji gewdê te birî
Blind bilind dimîne
Ezê nivîsên te raêxim
Di germahiya nîgaþan de
Li ber vezilim
Pênivîsa xwe
Di qapana we de bipîvim
***    ***    ***
Erêê,, çû
Þahî û civat bi xwere birin
Bûne xewnê þevên bihûrî
Jiyan bi xwe xewne bira
Mirov tê de
Li kesayetiya xwe digere
Ê,,,h
Min hizir dikir tu da hêj
Bijenînê qetana xwe
Û ezê bihêsûm baweriyan
Lê va me bi tenaya xwe de
Dihêsûm bîranînan .

***    ***    *** 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2076