Koma Arî beþdarî ya konsêrta «Ezîz Weysî» kir
Dîrok: ÇáÃÍÏ 28 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Li seyrangiha Henarê li nêzîk bajarê Hewlêrê, û li ser vexwendineke fermî, Koma Arî ya huner û filkilorê kurdî beþdarî ya konsêrta hunermendê navdar "Ezîz Weysî" kir.
konsêrt ji bal Yekîtî ya Lawanên Demokrata kurdistanê hat rêkxistin bi helkefta cejna newrozê û sersala nû ya kurdî, û têda hijmarek mezin ji kurdên her çar alîyên kurdistanê amadebûn.
Di despêkê de "koma Arî" bi siroda nîþtimanî (Ey Reqîb) û bi çepkên bi hezaran kesên hazir derbasî ser texta þanoyê bû û çend nimayiþên balkêþ pêþkêþkirin ku bû cihê dilxweþî û dilþadîya amadebuyan.


Piþtire sikirtêrê Yekîtî ya Lawanên Demokrata kurdistanê birêz (Omêd xoþnaw) di gutarekê de, tevî bi xêrhatin û pîrozbahî kirina newrozê û ser sala nû ya kurdî, balkiþand ser komkujîya newroza (Reqe) ku têde hezên ewlekarîya Sûrî û cencewîdên ba`s êriþkirin ser kurdan û ev yek jî bû sedema þehîdbûna (2) ciwanên kurd û birîndarbûna bi dihan kes tevî  girtina bi sedan kesên din jî, sikirtêrê Yekîtî ya Lawan sersaxî li malbata þehîdên newroza (Reqe) kir û hêvîya saxî û selametî ji bo birîndaran û azadî ji bo kesên girtî xwest.
Piþtî gutara sikirtêrê Yekîtî ya Lawan, hunermendê navdar "Ezîz Weysî" hat ser þanoyê û bi dîlanên kulîlik û ciwanên Koma Arî, gurzek sitranên xwe pêþkêþkir û coþ û xroþa kesên amade zêdetir kir.
Hêjayî gotinê ev konsêrt ji bal çend kenalên asmanî wek (Kurdistan tv, zagros, newroz) û çend kenalên navxweyî ve bi awayekî zindî hat weþandin.

Komîta ragihandinê ya
 koma Arî ya huner û filkilorê kurdî

























Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2067