Narîn Şêxê :zilamê kurd ji derve kar dike û pere werdigire jina kurd di mal de kar dike û çi wernagire
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Dîdar: Demhat Dêrikî

2. Birêz Narîn Şêxê, hûn wek hunermend(çi di warê stran gotinê de û çi di warê şano de)pirtir şano yan starngotin nêzîkî xwe dibînin? Em çi navî li we bikin, şanoger yan stranbêj?

Bi rastî şîrovekirina  stranbêjiyê zehmet e li ser min, ez nikarim wê bi tu rengê hunerê re bipîvim, di rihê min de heye, anko dema ez nestrêm, ez pêjin dikim ku tiştek ji min kêm e.


 Li gor min stranbêjî xwe şîrovekirine, stran bi min re dikene, bi min re digrî bi min re diêşe û bi min re rehet dibe, starn dayik e, çawa dayikek di her halî de li cem zaroka xwe ye, stran jî di her rewşê de li cem min e, di rihê min deye.
Ez xwe di hemêza stranê de û wê jî di hemêza xwe de dibînim.
Ez ji şano jî gelekî  hezdikim û cih di şanoyê de digirim û timî jî rolên giran dilîzim. Dema mirov carekê şano leyîst êdî mirov hew dikare dev jê berde. Ez jî bi hezkirin bi şano ve hatime girêdan, nema dikarim jê dûrkevim, şano beşa hunerê ya herî zehmet e lê stran gotin rehet e.
Di nav kurdan de gelek stranbêj hene, lê şanoger gelek kêm in, divê em şano bighînin cîhê ku gerek lê be, li gorî nêrîna min, şano di nav kurdan de wek birîdarêkî ko li benda dermankirinê be.
Divê em  cidî nêzîkî şano bibin da ku şano di civaka kurd de rola xwe bilîze. Li ba min her beşek hunerê perçak ji jiyanê ye divê timî were geş kirin, ez stranbêj im lê cih girtina min di şanoyê de sedema girîngiya şano di hunerê de ye.   

3. Di meşa we ya hunerî de, civaka kurd çawa hûn pêşwazî kirin (erênî û neyinî) û îro hûn çi cudahiyê di navbera wê demê û vê serdemê de dibînin ?

Wek her hunermendeke jin di nav kurdan de huner çêkirin gelekî  zehmet e, lê dema ku her hunermendeke jin; Meyrem Xan, Eyşe Şan û Leyla Bedirxan ji xwere bike mînak wê tu astengî li pêşya wê nemînin di rêya hunerê de û ji xwe bawerî jî gelek girîng e, dema ko jin bawerya xwe bi xwe hebe wê bi serkeve.

4. Di civaka kurdan de heta îro gelek kurd bi çavekî nebaş li hunermendên jin dinêrin, li gor we sedemên vê yekê çi ne û ya rast çi ye?

 Sedem gelek in, di nav civaka kurd de jin gelekî paşketî ma ye, civakê hin rol danê jinê, ew  jî ji xwe re wek çarenûsê pejirandiye, civaka kurd civakek nêr e, li gorî civakê divê jin di mal de be. Jin xwedî kedeke nan kor e, mal li ser pişta jinê dimeşe lê malxoyê malê mêr e! Mêr li derve tenê karekî dike û pere xwe destîne, lê jin hemû karî di malê de dike pere jî ji kesî nastinê, wek ko tiştek nekiriye. Di maldaye runiştiye, tê hesab kirin  her waha gelek tiştên din jî hene. Li gor civakê jina herî tê pesinandin jina ji mala xwe derneketiye derve, û jin jî qîza xwe mezin dike wek ku civak jê dixwaze, her weha berdewam dike.
Lê ez bi kurtasî dibêjim gerek jin xwe pêş bixe û giringiya rola xwe di civakê de bizanibe.

5.cudahiya di navbera rewşa hunera kurdî ya li kurdistanê û Ewrupa çi ye û Narîn Şêxê di nava vê rewşê de çawa xwe dibînê?

Dema tu kulîlkekê ji deştê biqetîne bîne bixe di zikêkî wê tenê dizîk xweşik were xwiyakirin, lê li deştê be hemû deşt pê dixemil e, her hunermendek kurd bi sedemekê reviyaye hatiye Ewrupa çêja hunerê xerakirine. Hewldanek heye ko hunera kurdî ji kurdayetyê derxînin bikin Ewrupî û ev jî bi navê pêşketinê tê kirin, hunera kurdî bi salan di bin dagirkirina tirk, ereb û eceman de ma ye, hîn ji wê xelasnebûye, îcar bi rengekî din tê wendakirin, mînak gerek strana dengbêj şakiro ku wî gotîye were gotin yan jî Eyşe Şan, lê hunermend bi navê nûjeniyê(modernize)kirinê, diguherînin dikin Ewrupî. Ger miletek bi çand û hunera xwe hebe divê çand û hunera wî jî wî temsîl bike, ez hewl didim ko hunera kurdî pişafe  nekim, anku ez dixazim hunera xwe têxim bin xizmeta gelê xwe de.

6. Wek jinek hunermend hûn dikarin çi ji jinên kurd re bibêjin?

Ez dibêjim jin bi xwe hunere û huner sînoran napejirîne, jin jî şîrovya jiyanê ye, divê ev şîrove zanebûn û jîr bûn têde hebe da ko jiyan bi wate be!

7. projeyên we yê hunerî di pêşerojê de çi ne û çi hêvî û daxwazên we hene?

Projeyên min, ez anaha amedekarya CD yekê dikim û bi koma ASO ya şanoyê re em şanoyek bi navê Xanîkî kirê amade dikin komedya, civakî ye û  sê projeyên filmên sinema hene, ez ê di wan de bilîzim. Û hêvî û daxwaziyê min ew in ku kurd jî wek miletên dinyayê li hunera xwe, bi zanebûn xwedî lê derkevin û jinên kurd bi rengekî azad di nav hunerê de cihê xwe bigrin.
 
Sipas bo bersivên we.

Sipasxweştir

Çavkanî: www.rojnamawar.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2046