12ê Adarê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 10 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe




Demhat Dêrikî

Diyarî bo þehîdên 12ê Adarê

Min tîpên navê te bi sirûdên stêrkên te û
bi awazên dozê li ser dilê xwe kola
û  min hestên xwe bi þopa lingên zarokên kenbar, keçên evînxakê, xortên mafdozê û tilîliyên pîrên heftî salî pêça, adarê.


De ka were adarê dilê min veke,
li ser deþta dilê min bibe gerok, wê demê
tuyê bibînê darbestên te gazî te dikin,
þehîdên te xwe bi kirasê te xemilandine û
li kolanên Qamiþlo, Dêrikê û Efrînê di sorxwînê de, di xweþikbûnê de,
 di dengvedana biryarê de, dibêjin adarê.
De ka adarê, serpêhatiyên vê rojê,
dengê vê rojê,
rondikên ji jana birînê…
û þahiyên hestên wê demê
di gul û kulilkên welatê xwe de bipiþkivîne û
pakrawanên 12ê adarê di dilê xwe de bi bîr bîne û diyarî wan bike al û ronahîstana azadiya li bendemanê!..
Erê adarê, va  ew þehîdên te di dibistana evîna te de,
di reng û nasnemya bêhna xaka Qamiþlokê de , perwerdeya bê dawiya evîna te dixwînin û li ser kêlên xwe 
destana te dinvîsin, adarê!


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2038