.Sipasnameyek ji Malbata Hesko li welat û li dervey welat.
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Ji dil û can em sipasiya xwe arastey her kesekî ku di shîna mede beshdar bû- chi bi amadebûna xwe ya bê hempa ji Qamishlo ta mezarê nemirên kurd li gundê Digirê
Û chi li konên shînê li mala nemir û kurê wî mezin Kesra, chi bi rêka telefonê yan jî bi hinartina birûsknameyan , û her wiha jî her kesekî ku li Siwîdê yan jî li Elmaniya di merasîmên shînê de beshdar bûn- dikin .
Birêzan …
Amadebûna we û  dilsoziya we ji mere, ciyê serbilindî û bexteweriya mebû..we dilê me hînikir . we seber û aram di cergê mede afirand.


Xelîlê Hesko..ne bitenê serdar û mezinê malbata mebû, ew yek bû ji refên pêshî di nav tevgera netewî kurdî de li Sûriyê, welatparêz bû û kesayetiyeke civakî navdar bû di tevahiya herêmê de, her wiha ew bavê helbestvana kurd Mizgîn Hesko ye û ap û xezûrê hunermend Hevraz Hesko ye.

Bê guman ,barkirina wî ya bê xatir xwestin em pirr xemgîn kirin, em pirr êshandin
 Lê weko rêz û wefadarî ji nerîn û bochûnên  wî re,em mizgîniyê didin we ku emê di bixêrhatina cejna xwe de beshdarbin û em Newrozê li we pîroz dikin.
Mirin heval cêwiyê jiyanê ye ku hat rev jê nabe...de bila serê me teva sax  be.
Em hêvîdarin ji yezdanê pak û dilovan ku we tevan ji shîn .derd û kulan bi parêze.

Sipasiyek bitaybet ji tevgera kurd re,ji maostayê hêja Konê Resh re û ji malperên welatê me-gemiya kurda û yekîtîmidîya re û her malpereke ku xwedî li me derket ...zor sipas

Malbata Hesko li welat û li dervey welat
07.avdara 2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2028