Gotinên rêsayî bi têlan
Dîrok: ÇáÃÍÏ 07 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe





 (di bîranîna demsaleke dîn de)

Yasîn Hisên
Amûdê

Vaye ....îro jî demsal ji nêza dilê te
Li deverên me dimrin
û
ez mîna hunermendekî
têlên tembûra xwe li bejna demsalên te stûr dikim...
ew têlên birçî
xwesteka xwîna tiliyên birçî,,, har,,,, dike...!


ew dîwarê reþ bûyî ji tûtina çixara min
ew dara zuha bûyî....ji hêstirê min
ev kefenê fireh...ji jiyana min
fireh dibe...giran dibe… li ser sînga min
û
ez mendalek im xwe davêjim sitêrkên þevên te…

vaye dengê min li van girikan belav dibe
kevirên Mîdozza  li hawîr dora min  serhawe qêrînê dikin
Qijalkên li serê kêlan bang li min dikin:( de tu jî tevî seyrana me bibe…..û xwe bi me re bike pîrozmend)

Îro….nivîs bê giyane…bêgane ye…
Ji min û te…!
Lêv surgun bûne…
Helbest dikevine binê çengan…bazbend in…niviþti in…stirî ne…giyanê nivîsê ne…
Ez xwe û te pê germ dikim..!

Þev ji me vediciniqe
Dema em bê xew dimînin…
Ew þevên sar û qefilî mîna çavê min
Ew þevên tarî û zuha mîna pêçiyê min…
Ew þevên dirêj …dirêj…mîna xerîbiya me…
Û
Bi destê sibehê re li xwe dilukum im…
Ne demsal…ne sitêrk…ne girik…ne nivîs…nejî þev…
Bêyî het tiþtî
Bi destê sibehê re…emê hevdû birevînin…
Û di þeveke dagirtî de emê hevdû himbêz bikin…
Û
Tîna nava xwe bi hev re biþkînin…
Emê sînoran ji helbestan re nehêlin..

Û di tarî þevên xwe de….bi dizî…ji hevdû re bixwîn in…

Ma hîna dê çi bibêjim…

Deh sal ji perîþaniyê têra efsaneyê me nakin…
Tu bi ku diçî,,,ez û te em bêrgî hev tên…mîna hemû kulên me…
ma hîna dê bibim çend tilî…çend têl…çend kezebreþî…

( dibêjin ku mewîjê serxetê buha bûne…kes nema dikare wan bikire..tew benî bûne hesret..û tûtin,,,aaaaaaaax tûtin…tûtina vê demê poza naþewitîne,,,tenê çavan bi hêstir dike)

Ev bedena min e…
 De werin fortên xwe di quncika de bi kelînin…
Vaye tiliyên min sipî bûne
Vaye dilê min sivik dibe
Vaye çavên min zuha bûne
De ji min re bipîvin…bê kulên me çendîn dirêj in…

Ew þevên weyî zîz li we pîroz bin…
Ew þevên hîna jî bûne tifik di dilê me de…
Û
Dilê min di qerise bi teniya we re…
Ma hîna hûn çi dixwazin?
Tiþtê ku min xweziya xwe bi we ditanî,,,ta pêçiyê min xûz bûn,,,mîna bedeneke pûþt,,, ji çixaran…!

(dibêjin ku xelk vê demê pir dimrin, roj derbas nabin bêyî konên reþ û giriyên reþ…û rojên reþ)

Ew kî ne ewên ku henekê xwe bi me dikin…?
Qey nizanin bê hîna û hîna wê çi bi sere me bê…?
Nizanin bê em li ser çi pîzotê ne…
Em bedenan difroþin…di ruhniyê de
Em pereperestê xwe ne…

De ey demsala min …a kin…a çavgirtî …a þil…a tije bi lavlavk û penîrokan…….de tu jî nebe ji rabirdiwên sextet…
Tu kinî….ji ber tu xweþ e..
Lê te çav ji çi girtî ye..?
Te þilîya xwe ji ku anî ye?
Te dilê min bi bihna buhara xwe re kiriye rêwîyê salê…
dilekî rêsayî bi têlên tembûran…
Her û her serpêhatiyên xwe bi ser sere min de dilorîne…







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2027