Peyv di çavên min de man
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe





Bo mamosteyê min Rezo

Keservedana kîjan sinorî ye, li nav xunava hizra te bû bayekî sor?
Kîjan xem di çavên þevê de, aleya þikestinê daneçikand?!
Kîjan xewn li ser derfeþa peyvê bêhiþ ket?


Þev  dubare dibin
Ez ji çavên Salar û Rewend xerîbiya xwe serhev dikim
Adar ji tiliyên te peyvên xwe rêsan
Bajar diloyeke gerok e, li hindava dukela dilê min
Dilê me jî sînemaya þînê ye
Te hêviyên xwe, li ber êþeke bêdeng xelmaþ kirin
Li bîra min têt, dem û dîmenên hizûra te
De bila stukura vê mirinê biþike
De bila perdeyeke reþ li sînorê xezebê bête alandin
De bila ..

„ kevoka min ji ref ma ye              nema tê lîs û hêlînê“

Ji kîjan þevê?
Ji kîjan êþê?
Ji kîjan þikestinê dest bi sirûda çûna te bikim?

xewna min bayê serê xwe nuxumand
Þemendefereke ji ewrên payîzan
Perava zaroktiyê di quntara þanoyeke
bidawînehatî de, xewna min û te
Tabloya êvarî, ji toza li ser giyanê tilûran rabûyî.

 „Kevoka min ji ref ma ye             nema tê lîs û hêlînê“

awirên te evîneke bayî ne, li ber dergehê deryayê
hevok ên hingavtî ji hezkirina tîpên te,
ez dûr û bêpiþt mam, Zagros çelmisî
Tu stêrek rijiyayî li ber hilma peyvê
Bask û hevokeke nefiriyayî di nav êþê de
Çend rûpel in ji viyanê..?
Tu mayî pirtûkek nexwendî
Li nav rûpelên pêkola qedexe.
Sirûdeke lidûvxwehiþtî di eniya me de
Tu ber bi lotkayê ve û ..

Ez û keva min ji ref mane               nema tên lîs û hêlînê“.



T. Marînî








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2021