Li bajarê Amûdê tîpên kurdî du Kurd dan girtin
Dîrok: ÇáÎãíÓ 25 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



 
Berî heftiyekê li bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê du welatiyên kurd hatin girtin. Li gor agahiyên ku malpera KurdWatch.org bi dest xistin, endamên hêzên Ewlekariya Dewletê gulfiroþ Alan Ehmed Hisên (1984) û karmendê dikaneke kompûteran Munteser Ehmed Xelef (1977) roja 18ê þibata 2010ê girtin, ji ber wan tîpên kurdî bi kar anîbûn. Alan Ehmed Hisên ji Munteser Ehmed Xelef xwestibû ku ji bo gurzek gulan ji bo zemawendeke (daweteke) du welatiyên kurd li ser kompûterê bi zimanê kurdî çend gotinên pîrozbahiyê binivîsîne.


Ev yek bû sedema girtina herduyan. Hêjayî gotinê ye ku herdu Kurd hatin girtin, çimkî wan ji bo nivîsandina tîpên bi kurdî kompûter bi kar aniye. Piþtî ku ew Alan Ehmed Hisên û Munteser Ehmed Xelef hatin girtin, ew hatin veguhestin bajarê Qamiþloyê. Ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
 KurdWatch.org malpereke serbixwe ye ku bi zimanên kurdî, ingilîzî, elmanî û erebî agahiyên li ser binpêkirina mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweþîne. Navnîþana wê ev e:







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1997