Bo raya giþtî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



Di vé roja navneteweyî, roja zimané zikmakî de, ku li sarenseré cîhané li tevî UNESCO’yé her kom, her dewlet, her netew wé wekî roja cejna zimané xwe péþwazî dike û bi çalakiyén cihéreng yad û pîroz dike de; gelé kurd, gelé mîratxuré 33 þaristiyén li ser axa Mezopotamyayé þop û dewsén xwe hiþtî; di nava sînoré Tirkiyeyé de, li Îran û li Sûriyeyé hé jî ji vî mafé xwe yé ku nebe nabe, mafé rewa û sirûþtî; ji perwerdeya bi zimané zikmakî bésûd û bépahr e.


Ev bépahrî diyar e, ku encama serencama polîtika û siyaseta biþavtker a ku 80 sal in  bi desté dewleté bi hiþmendiya ‘ yek ziman, yek netew, yel al’ té méþandin e.

Di gel feraset û siyaseta mandelker, û li gel siyaseta qirker û tuneker a dewleté; gelé kurd di dem û serdemén herî teng û tarî de, ziman û çand û wéjeya xwe ya devkî û nivîskî parast, péþ xist û gihande îro.

Di vé roja eyan, di vé roja ku her roj ji 6000 zimanén heyî zimanek wenda dibe de, Komeleya Nivîskarén Kurd bangî réveber û rayedarén dewletan dike, ko di zûtirîn demé de, wekî dewletén hemdemî  tevbigerin; ji dibistana seretayî heta bigihe zanîngehé mafé perwerdeya bi zimané kurdî bixin bin nîré zagonî û vî mafé bingehîn é þerté bi hev re jiyîné, di makazagoné de cîbicî bikin.

Li héla din, Komeleya Nivîskarén Kurd bang li serwerén siyasî û civakî, û  kesayetén navdar én kurd, û sazî û dezgehén  siyasî-civakî dike, ku zimané kurdî di her qadé de bikar bînin, lé xwedî derkevin, dara jiyîné bi qelemé zimané  kurdî bitahmînin…

Em dibéjin jiyan bi kurdî xweþ e!

Em dibéjin ken bi kurdî xweþ e!

Em dibéjin her mirov bi zimané xwe  rûgeþ e!


20702/2010

Komeleya Nivîskarén Kurd, 



Navnîþan:Gevran cad. 1. Akkoyunlu sok.kupik 9 apt kat:1 no:2
Ofis /Diyarbakýr

WEB:          www.kurtyazarlardernegi.org.tr
Tlf-Fax:      0090 0412 224 33 12
GSM:          0090 533 655 69 85
E-Mail:       komeleyaniviskaran@yahoo.com
niviskarenkurd@windowslive.com, arjenari99@yahoo.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1991