diya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv çû ber dilovaniya Xwedê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



îro, sibeha pêncþemê 11ê sibatê 2009, li bajarê Amûdê,
diya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv çû ber dilovaniya Xwedê.
Em, hejmarek ji heval û dostên wî, ji Amûdê, bi dilekî xemgîn serxweþiya
 nivîskarê xwe yê ji welat dûr, dikin.
Bi dilekî xemgîn vê êþa koçkirina dawî ya dayikê pê re parvedikin.


---------

nameyên sersaxiyê:



Serê we sax be. Ez jî - weke te - ne li ber serê diya xwe bûm dema serê xwe danî, ji ber wilo ez dizanim tu niha di çi rewþê de yî û dema tu bi tenê dimînî, çiqas hêstir ji çavên te dibarin. Ez wê jî dizanim ku tu li wê koçberiyê jî ne bi tenê yî, lê dema mirov li welêt be, ew kul, kovan û guvaþtina dil kêmtir dibin.    
Heznî Haco

----------
Berêz Kek Ebdilhelîm  ,
Min di vê kêlîkê de  xwend , ku dayika te çûye dilovaniyê. Bila serê te û serên  hemû endam û tekên malbeta te sax bin , Koçbarkirina daiyka  te , ne tenê li nik te , lê belê li nik me jî  cihê xemgîniyê ye.  Bila cihê wê bihuþt be .
Dr. Ebdilmecît Þêxo

Efrîn
----------
kek Helîm
min bihist ku birêz  dayika we çuye ser dilovaniya xwe.ez ser saxiyê ĵi wer û je malbat were dixwazin. rehma xwedê lê be, ciyê wê bihüþt :

Bedradin Mahmod

austria.salzburg

-----------
Birayê hêja Helim
 
Bê guman mirin li benda her mirovekiye û xweshî û sipehiya wê ewe ko herkes wê bibîne digel ko tama wê tale lê em çibkin em jî li bendêne.
bere serê te û malbata te saxbin û xwedê xwe bi dilovanya xwe shad bike.
 
Abdulkader Bedredin
SWED
---------

Ser saxî
Bira û nivîskarê hêja Helîm
Min nûçeya koçkirina diya te, bi dilekî xemgîn bihîst, Xwedê wê bi rehma xwe þa bike û cihê wê buhiþta narîn bike
û ji giyanê wê tovên jiyanê kesk bike. Ev rêça me teva ye.
wekî din xwedê sebreke bê hempa li vî welatê sar bi de te
Xwedê mirov dide û dîsa wî yan wê dibe ba xwe
ev rêç veger jê nîne û jiyan wisa ye
birayê te
Azer Osê
---------
Bira û hevalê hêja… dostê dilsoz.. Helîm YÛSÝV
Bi dileke xemgîn, û mixabûyîneke giran, min nûçeya koçkirina diya te û çûna wê ser dilovaniya xwe, min bihîst.
Ev zagona rêvçûna jiyanê ye. Hinek dê bimrin, hinek dê bijîn. Û tu kes ji mirinê nikare xwe bidize.
Têdighêjim, êþ û jana ku Tu têde dijî. Lê hêviya me bi kesayetiya te a xort heye, ku dê karibe vê kerbê û vê janê derbasbike.
Dilê min ligel te ye. Xwedê aramî û hedanê bide te. Xwedê diya te bi dilovaniya xwe þake, û cihê wê buhuþt be
 
Silav û rêz
Hoþeng OSÊ
Ýstanbol

---------
Romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv!
Malbata Helîm Yûsiv li sûriyê, tirkiyê û dervî welat!
Hêjano! Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçkirina rehmetiyê bihîst, Yazdanê gewre wê bi dilovaniya xwe þad bike, cihê wê bihiþta rengîn be.
Eve karê dinyê kak Helîm, ku mirin nebe emê hevdû bixwin û wek ku kurdan gotiye; Nû hatin kevin xelatin… Wê zimanhezekî hêja û  romanivîsekî çeleng wek Helîm Yûsiv li pey xwe hiþt, Xwedê zarok û neviyên wê ji bela bistirîne..
Sed rehma Xwedê li canê wê bibare, bela serî we sax be.


Ez bi navê xwe û navê malbata xwe sersaxiyên xwe ji we re pêþkêþ dikim.

Konê Reþ
Qamiþlo 11.02.2010
---------

Kekê hêja Helîm Yûsiv
 
Mirin gelekî tal e, lê li ber deriyê her mirovî ye.
Bila serê we sax be.
Ji Xwedayê mezin hêvî dikim, cihê wê buhiþt be.

Birayê te

Ezîz Xemcivîn







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1977