Guneh û Guman
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



 
Kemal NECIM

Û destên min yên tije pirs
(Ji Helbestvanê Min Yê Hêja Ehmedê Huseynî Re)


Çaxê ku bi sawêr bûm
gelî awirên behitî..!
Di destên min de çend pirsên mizawir
çendên din yên bêtebat û kûvî
dilê min ji rê dibirin
û hiþê min diajotin guneh û gumanan...!


***
Çaxê ku bi sawêr bûm
Gelî , hûn,
yên matmayî...!
min gunehên hiþ disipartine xwê û þewatê...
û li yên dil dibihûrîm...
***
Di destên min de a niha jî
ku ji we re vekim
gelî ramanên di bin barê rastiyan de tevzî...!
dastanek telesim
û bersivên miþt þîretên pêþiyan..
hiþê min ji rê dibin
û dilê min surgunî þewatê dikin...!
***
çaxê ku a niha ye...!
gelî rêyên di binê fincanê de wnida...!?
ez barek guman im...
hatime ta ber deriyê we
di bejahiya awirên we yên behitî de
li pirsekê digerim
li ber siya wê
xwe
þîrove bikim.....!!
***
Hew maye bêjim;
Bi nermî, ku te xwend...!
Ehmedo can.....!
Ya ji te weye helbest e
min diyarî te kiriye,
heye ku birînek e te be
birîna piþtê
Li min vegirt,
û ev serê çend helbesta ye
Di nav parsûyên min de jan dide...!

Girkê Legê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1976