Birca belek piþtî 163 salan li xwediyên xwe vedigere
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Doh, ji bajarê Cizîra Botan ez hatim agahdar kirim ku di roja 12 Sibatê de wê artêþa tirkan bi rengekî fermî ji Birca Belek derkeve û wê Birca Belek li xwediyên xwe vegere. Vê agahdariyê gelek tiþt û miþt anîn bîra min; wek ku hûn tev dizanin, Birca Belek ji sala 1847 an de, piþtî dîlkirin û sirgunkirina Mîr Bedirxanê Azîzî ketiye destê artêþa Impratoriya Osmanî de û ji wê hingê ve, wek bargehek leþkerî, artêþa tirkan jê desthilatdariya xwe di herêma Botan de berdewam dike.


   Dîroka avakirina keleha Cizîrê û Birca Belek di gelek qunaxan re derbas dibe, vedigere heyamê Imperatoriya Guttî 4000 sal berî zayînê.. Di serdemê Imperatoroia Sasanî de jî bi seroketiya Erdeþêr Babekyan 241-226 berî zayînê, hatiye nûjenkirin an restorekirin.. Di sala 1596 an de mîr Þerefê 2 an ji malbata Azîzan, Birca Belek û Þaneþîn di hewþa wê kelehê de ava kirine.. Birca Belek, di geþ bûna xwe de, ji 366 odeyan pêk dihat û wiha di nav çerx û dewranên salan de, her mîrekî Botan ji malbata Azîzan ev Birc spartiye yê di pey xwe re û dawiya wan Mîr Bedirxan bû.û her wiha xelkên Botan, ji hêla wan Mîrekên Azîzan ve, bi hezkirina ziman û welatê xwe hatine perwerde kirin.. Erê, Birca Belek ji Kurdan re di heyamê geþbûna xwe de mîna Koçka Spî bû a ku îro li Washingtonê ye ji Emerîkiyan re, hem ji wek Koçka Elîzê ye ji Fransizan re.. Lê sed mixabin ku roja îro ji bil Birca Belek gelek þûnewarên dîrokî yên din jî hene û wêran bûne, gelek cihên dîrokî hene, ku þop û þûna wan nema xuya dikin. Dagirkeran cihên dîrokî wêran kirine, hin jî di bin ava Dicle de mane.. Gelek cih jî di bin erdê de nebedî ne, xebat û xepartin ji wan re pêwîste..
   Gelek biryarên ku di xizmeta mirovahiyê de bûn ji vê kelehê û Birca Belek  hatine der wek: avakirina piran, aþan, hilanîna cudahiya ku di navbera Misilman, Xiristyan û Cihûyan de, dema ku Mîr Bedirxan ev gotina xwe a navdar got: Dîn dînê Xwedê ye em tev birayên hev in.. A din ew biryarên guhdana bi ilim, zanîn û zanyaran ku ji encamên wan biryaran Medreseya Sor hat ava kirin. Ev Medreseya ku di heyamê xwe de Zanko bû, kêm zanko wek wê di rojhilata navîn de hebûn, ew jê mîna zankoya Elezherê a li Qahîrê ye bû. Û ji encamên avakirina wê zankoyê kesên wek Îsmaîl Ebû Îz Elcezerî, Îzeddîn Îbin Elesîr, Mecddîn Îbin Elesîr, Melayê Cizîrî, Feqayê Teyran…hatine holê ku wan jî xizmeta mirovahiyê kirine.

   Eger îro piþtî 163 salan, ew dîwanxaneya Mîrê Botan di Birca Belek de ji leþkerên tirkan vala dibe, gereke li xwediyên xwe yên Kurd vegere û têkeve bin parastina UNESCO de, UNESCO lê bi xwedî derkeve, wek pêmayekî þaristaniya mirovahiyê bê parastin û ji nû ve restore bibe.. Bi vê helkeftê em doza wî pêmayê Bedirxaniyan dikin, ewê ku Osmaniyan di sala 1847 an de destên xwe danîn ser û birin Stenbolê, em bi hêvîne ew pêma jî lê vegere û dawî bibe wek mûzexaneyekê ji mirovahiyê re.

Dawî dibêjim, mijde bo we va Birca Belek azad dibe.


Qamiþlo, 08.02.2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1972