Parçene helbestan
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 äæÝãÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


Silêman azer

Xwezî 1

termê xwe bixweziyan
pêçabû
peravên bajerekî
hêc dikirin


Xwezî 2

vedengên winda
ji xweziyên te
xewa bêdengiyê
kerkirin

Xwezî 3

ji zayîna xweziyan ve
laþê min bendek
û pêçeke
ji hejandina wan re

þev 1

welatek
di tûrikê
penaberiya xwe de
dihilgirt
bû reþkê þevê
ser sînoran

þev 2

yê dergekê þevan
vekir
di þopikên wê de
winda çû

yarê 1

yarê
li ser kenarê bêrîkirinê
torên nerînan
dihilweþînin
demên westiyayî
ji bendewariyê

yarê 2

yarê
keziyên ku ji ber pencên
bahînekê
direvin
nêçîrvanê
xilmaþiya þevê minin







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=197