STÊRKA QIBLEGEHA MIN
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 26 íäÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe




Demhat Dêrikî

Derî veke stêrka min!
Hemû deriyên dembûrî di pêþwazîkirina dilê min de bigre
Û bi wî kirasê rengsorî ku bêhna Qamiþlokê jê tê
Min di eþqa welatê çavê xwe de hembêz bike.


Min hembêz bike…bi wî agirê  bi hesreta hilweþîna çar dîwarin
Bi hesreta azadiya peyv û hevokan
Min di nava ramûsanên þeva xwe de bibe dilê xwe yê ji bêhna baranê.
Min bibe û li ser sermemikên xwe û di navbera lêvên xwe yê gulgulî de
Bike destanek ji dergehê vekirî re û bike navek ezelî di pirtûka evîna xwe de.
Bila wê demê  dînatiya þevê bi navê me be
Dilopên baranê li kolanên þermê bi navê me be
Û bila em navek qedexebin di rojnameyên bê bextiyê de.

Derî veke stêrka qiblegeha min
Ez ê pirtûka ferhenga evînê diyarî berxika dilê te bikim
Ez ê hemû jêderêþan, jêderahînan, jêderderdên te
Û serpêhatiyên bê dengiya te di vê ferhengê de bikim peyvên gulgulî li ser dêmên te
Wê demê hemû peyvên awirên te yê di çavê min û te bibin dengvedana ÞÎRÎN!

De derî veke…
Ger te vekir
Ez ê xwe di kenê te  de biþom
Ez ê xwe di nav û rêzehevokên te yê ji ferhenga dilê min avabikim
Û ez ê dilê te ji xwe re bikim nasnameya dilê xwe!..de derî veke, ma ne bese ji êþan re!?






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1961